Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 07:21 
News  > 

Ji Barzanî Bo Ewropayê: "Dijberiya Heqê Qanûnî, Tebîî Û Îlahî Yê Xelkê Kurdistanê Nekin"

22.06.2017 17:28

Seroke Herema Kurdisane Mesüd Barzani bangewazi li Yekitiya Ewropaye kir ü got: "Bi tu awayi ji biryara referandüma serxwebüna Herema Kurdistane paşde gav navejin. Dive xelke Kurdistane biryare li ser çarenivis ü peşeroja xwe bide. Dijberiya heqe qanüni, tebii ü ilahi ye xelke Kurdistane nekin."



Li gor malpera resmi ya Serokatiya Herema Kurdistane Barzani bi Balyoze Yekitiya Ewropaye li Iraqe Patrick Simonetta ü heyeta pe re civiya ku ji balyoz ü konsolosan pek hatibü.



Di heyete de Balyoze Belçikaye, Balyoze Polonyaye li Iraqe, Berpirse Ofisa Yekitiya Ewropaye li Hewlere ü nüneren balyozxaneyen İtalya ü Spanyaye li Iraqe, Konsolosen Almanya, Fransa, Hollanda ü nüneren Konsolosxaneyen Ingiltere, Çek ü Romanyaye li Hewlere ji amade bün.



Balyoze Yekitiya Ewropaye li Iraqe Patrick Simonetta peyama Yekitiya Ewropaye ji bo Mesüd Barzani ü beşdaren civine ragihand.



Di naveroka nameye de Yekitiya Ewropa li hemberi regiri, astengi, problem ü zehmetiyan piştgiriya xwe ji bo Herema Kurdistan ü Iraqe dubare dike. Wek din pesne rola beşdariya xelke Kurdistane di şere li diji terore de ü hewandina penaberan de hatiye dayin. Di peyame de Ewropa pezanina xwe ya li ser qurbaniyen Peşmerge ü qehremaniya wan dubare kiriye.



Simonetta herwiha diyar kir ku tekiliyen navbera Hewler ü Bexdaye ji bo Yekitiya Ewropaye geleki muhim in ü ani ziman ku ji bo şikandina terore dive pekhateyen Iraqe hev bigirin, li ser mijaren hevbeş kür bibin ü xwe ji biryaren yekali dür bigirin. Herwiha got: "Dive çareserkirina problemen hilawisti ü çarenivisa heremen binakok bi reyeke aştiyane be. Lewra ev di berjewendiyen Iraqe ü Herema Kurdistane de ye.



Nünere Yekitiya Ewropaye beşek ji peyama Yekitiya Ewropaye bo beşdaran diyar kir ku ew dixwazin aliyen siyasi yen Herema Kurdistane der bare astengiyen siyasi, pevajoya çaksazi, hilbijartin ü mijaren nakok çareser bikin ü li ser van li hev bikin. Simonetta destnişan kir ku armanca hatina wi ji bo Herema Kurdistane gihandina peyama Yekitiya Ewropaye ü baştir femkirina biryar ü daxwazen Herema Kurdistane ye.



Di civine de nüneren PDK, YNK, Yekgirtü, PSDK, Partiya Komunist, Bizutneweya İslami, Zehmetkeşan, Tirkmen ü Xristiyanan ji amade bün.



Barzani ji ji beşdaran re axaftinek kir ü bal kişand ser faktoren ku büne sedem xelke Kurdistane biryara referandüme bide.



Seroke Hereme, behsa destpeka avabüna dewleta Iraqe kir ku xelke Kurdistane ji bi şerte şirikatiye biryara jiyana digel dewleta Iraqe daye. Barzani büyeren di paşeroje de qewimine bibir xist ü wiha qal kir:



"Iraqe ji qonaxa 1921e heta 2003an, hem tabira şirikatiye bicih neani hem ji mefhüme welatibüna xelke Kurdistane qebül nekir. Di ve maweye de 4 hezar ü 500 gunden Kurdistane weran kirin, 180 hezar zaroken kurd bi pevajoya Enfale hatin windakirin, ji eqübeta 12 hezar gencen feyli ü 8 hezar xelke Barzan xeber nehat stendin, Kurdistan hat kimyabarankirin, Helebce ji bü sembola vi tawane giran."



Barzani wiha dewam kir:



"Ev karesat ü qirkirin para şirikatiya me bün digel dewleta Iraqe. Digel ve ji xelke Kurdistane pişti 1991an xwest rüpeleke nü veke ü ji bo yekparçeyiya Iraqe ü pekanina aştiye bi wan kesen ku süce qirkirine li diji xelke Kurdistane kiribün re rünişt. Le mixabin ew hewl ji beencam man. Lewra çanda hakim a li Bexdaye kurd wek bindeste xwe diditin ü ew sücdar qebül dikirin."



"Tecrubeyeke tehl a xelke Kurdistane bi dewleta Iraqe re heye"



Li ser qonaxa pişti 2003an ji Barzani wiha axivi:



"Xelke Kurdistane bi hemü heza xwe arikariya avakirina dewleta Iraqe da. Me piştgiri da ku Iraqeke li ser bingehen demokrasi, federalizm, destür, şirikati ü tewafiqe were duristkirin. Heviya me bi jiyaneke nü hebü. Le bele ew esasen me behs kirin hemü, destür ji di nav de ji aliye hikümeten Iraqe ü çanda baladest ve li Iraqe hatin piştguhkirin ü binpekirin. Ev gav gihiştin we radeye ku wek cezakirineke siyasi qüte xelke Kurdistane bi yekcare hat birin. Ev gava heri metirsidar bü. Bi ye yeke re hemü hewlen ji bo avakirina Iraqeke nü ü mijara şirikatiye hatin binpekirin."



Seroke Herema Kurdistane wiha domand:



"Tecrubeyeke tehl a xelke Kurdistane bi dewleta Iraqe re heye. Ji bo parastina Iraqeke yekgirti hemü re ceribandine. Gelek qurban ü bedel dane. Le encam nehatiye girtin. Heri dawin ji ev qenaet hasil büye: madem şirikati naye parastin, ji bo re li ber şer, karesat ü problemen metirsidar were girtin bila Kurdistan ü Iraq bibin du ciranen li keleka hev ü wisa bijin.



Der bare diyarkirina roja referandüme de ji got:



"Bi tu awayi ji biryara referandüma serxwebüna Herema Kurdistane paşde gav navejin. Dive xelke Kurdistane biryare li ser çarenivis ü peşeroja xwe bide. Pişti we Herema Kurdistane de bi Bexdaye re bikeve diyaloge. Ji bo çareserkirina probleman ü gihiştina jihevfemkirineke duali ku xizmeta aşti, ewlehi ü peşketina herdu aliyan ü herema me bi gişti bike de hemü reyen aştiyane ü diyaloge bide ber xwe."



Barzani di mijara şere DEAŞe ü pozisyona Peşmerge de ji wiha axivi:



"Xelke Kurdistane di şer de bedeleki mezin da. Bere rekeftinek hebü ku Peşmerge beşek e ji menzümeya berevaniya Iraqe, le ew rekeftin ji nehat bicihkirin. Ji ber eblüqeya çend sali ya li ser Peşmerge, çeken lazim li ber deste Peşmerge nebün di şere li diji terorista de ku bi çeke heri peşketi şer dikirin. Yek ji sedemen qirkirina ezidiyan ji ew eblüqe bü ku hikümeta Iraqe bi ser Peşmerge de sepand. Bi vi şeweyi hikümeta Iraqe Kurdistan ü pekhateyen Iraqe ji tehdiden teroristan neparastin. Der heqe penaberen xwe sipartine Herema Kurdistane ji hikümeta Iraqe bexem büye ü mesüliyeta xwe bicih neaniye. Tu dibeji qey mijara koçberbüna sedan hezar iraqiyen ku li Herema Kurdistane bicih büne li derveyi sinore Iraqe rü daye."



Bangewazi li Yekitiya Ewropaye



Barzani operasyona azadkirina Müsile ji nirxand ü got:



"Tevli hemü probleman ji Peşmerge arikariya Arteşa Iraqe kir. Xeten berevaniya DEAŞe şikandin. Re li ber operasyona Müsile vekir. Hemahengiya eskeri bi Arteşa Iraqe re, rübirübün ü tekşikandina terore ji bo Herema Kurdistane hew ewlewiyet e."



Heri dawin bangewazi li Yekitiya Ewropaye kir ü wiha axivi:



"Herema Kurdistane hevkara hikümeta Iraqe ye di şere terore de. Daxwaza me ew e ku Yekitiya Ewropa ü raya gişti ya navneteweyi piştgiren xelke Kurdistane ü Iraqe bin. Di pevajoya diyalog ü çareserkirina keşeyen di navbera wan deü ji bo gihiştina femeke aştiyane bila piştgir bin. Bila Yekitiya Ewropaye Dijberiya heqe qanüni, tebii ü ilahi ye xelke Kurdistane neke. Xelke Kurdistane ji Ewropaye we heviye dike ku piştevane van heqan be. Herwiha di şere teror ü rübirübüna zehmetiyan de palpişte wan be." -



 
Latest News





 
 
Top News