Parlamentoya Ewropaye (AP) biryara piştgiriye dide ku İngiltere di çarçoveya peymana Brexite ya heyi da ji Yekitiya Ewropaye (YE) bi awayeki rek ü pek veqete, pesend kir.
Lijneya Gişti ya APye li Strazburga bajare Fransaye dewam dike ü di lijneye da biryara piştgiriye dide ku İngiltere di çarçoveya peymana Brexite ya heyi da ji YEye bi awayeki rek ü pek veqete bi 544 dengan va hat qebülkirin. 126 dengen "na" hatin dayin, 38 kesan ji deng neda.
Li gor biryare li Grava İrlandaye pişti Brexite ji bo ku sinoren fiziki çenebin, heke "benda tedbire" nebe, veqetin naye qebülkirin.
Di biryare da hat gotin ku heke veqetandina bepeyman çebibe, berpirse ve tene İngiltere ye, heke İngiltere bixwaze şerte peşi li ber veqetina bepeyman bigre, hilbijartin an ji referandume dikare diroka Brexite taloq bike.
Pevajoya Brexite
İngiltereye di 23ye Hezirana 2016an da referandum kiribü ü ligel ji sedi 48an ji sedi 52yan biryara Brexite hatibü dayin.
Maya Serokwezira İngiltereye ya bere bi YEye ra peymana Brexite imze kiribü, peyman 3 caran li Kamaraya Avame hatibü redkirin. -
|