Ji bo cudabün ü pevçünen ku li Libyaye dewam dikin, demildest bi dawi bibin Amerika, İngiltere, Fransa, İtalya, Misir ü Mirektiyen Ereban en Yekbüyi bangewaziyeke hevpar kir.
Di daxuyaniya hevpar a wezareten karen derva yen Amerika, İngiltere, Fransa, İtalya, Misir ü Mirektiyen Ereban en Yekbüyi da hat destnişankirin ku ew ji bo rewşa Libyaye bi fikar in.
Di daxuyaniye da wiha hat gotin, "Hikümeten Amerika, İngiltere, Fransa, İtalya, Misir ü Mirektiyen Ereban en Yekbüyi ji bo dijmintiyen ku li Trablüsa herema Libyaye dewam dikin, di fikareke kür da ne, ji bo ku rageşi were kemkirin ü pevçün bi dawi bibin bangewaziye dikin ü teşwiq dikin ku bi peşengiya NYye pevajoya mizakereye demildest dest pe bike."
Di daxuyaniye da hat destnişankirin ku "Li Libyaye tu çareseriyeke eskeri çenabe.", bal hat kişandin ku di pevçünen dawin da qasi hezar ü 100 kesan mirin ü ji 100 hezari zedetir kes ji ji ci ü waren xwe bün.
Seroke hezen eskeri yen li rojhilate Libyaye General Xelife Hafter ji bo bidestxistina Trabluse 4e nisane fermana erişe dabü ü li ser ve yeke yekineyen Hikümeta Mitabaqata Neteweyi ji dest bi operasyona bersivdayine ya bi nave "Burqan el-Xezebe" kiribün.
Di navbera hezen Xelife Hafter ü hezen Seroke Konseya Serokatiye ya Hikümeta Mitabaqata Neteweyi Fayiz es-Serrac da li derdora paytexte pevçünen giran hene.
Li Libyaye ji sala 2011an vir va di navbera Hikümeta Mitabaqata Neteweyi ü revebiriya Tobruke da ku piştgiriye dide hezen Xelife Hafter, pirsgireka meşrübüne heye. -
|