Ji 50 zêdetir dewlet ji bona Cammu Keşmîrê bang li Hindistanê kirin

11.09.2019 10:35

Li Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ji 50yî zêdetir dewlet ku Tirkiye jî di nav da ye bang li Hindistanê kirin ku li Cammu Keşmîra statuya wê ya taybet hat rakirin û astengî li ber hene binpêkirina mafên mirovan bide sekinandin.

Li Konseya Mafen Mirovan ya Neteweyen Yekbüyi (NY) ji 50yi zedetir dewlet ku Tirkiye ji di nav da ye bang li Hindistane kirin ku li Cammu Keşmira statuya we ya taybet hat rakirin ü astengi li ber hene binpekirina mafen mirovan bide sekinandin.

Di civina 42emin ya Konseya Mafen Mirovan ya NYe da ku li Ofisa Cenevreye ya NYe ya li Swisreye hat kirin roja duyemin meseleya Cammu Keşmire hat rojeve.

Pişti ku Şah Mehmüd Qureyşiye Wezire Karen Derva ye Pakistane der bare meseleya Keşmire da li Konseya Mafen Mirovan ya NYe axaftineke dür ü direj kir hin dewlet hatin cem hev ü daxuyaniyeke hevbeş dan.

Tevi Tirkiyeye di daxuyaniya ku ji 50yi zedetir dewlet ü Teşkilata Hevkariya İslami amade kir da hat destnişankirin pişti ku Hindistane 5e Tebaxe statuya taybet ya hereme rakir li Keşmire binpekirina mafen mirovan diqewimin ü rewşa insani her diçe xirab dibe.

Hat diyarkirin rewşa li hereme ji bona Konseya Mafen Mirovan ya NYe ü mekanizmayen mafen mirovan acil e ü hat gotin piştgiriye didin daxuyaniya Michelle Bachelete Komisere Payebilind ye Mafen Mirovan ya NYe ku gotibü ji ber tevgeren dawin yen Hindistane ku li hereme dike bi fikar in. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '