İxracata firmayen endamen Yekitiya İxracatvanen Rojhilate Anadoluye (DAİB) ya di serdema rebendan-ilone da li gori heman serdema sala çüyi bi qasi ji sedi 33,5 zede bü ü derket milyarek ü 886 milyon ü 240 hezar dolari.
Li gori agahiyen ku peyamnere AAye ji daneyen Meclisa İxracatvanen Tirkiyeye ü DAİBe berhev kirin, di serdema rebendan-ilone da ji qada ku Yekiti je berpirsiyar e, ji Agiri, Erdexan, Batman, Bayburt, Bingol, Bidlis, Erzirom, Erzingan, Eleziz, İdir, Hekari, Müş, Şirnex, Tunceli, Wan, Qers ü Serte bo 184 welat ü her wiha heremen xweser ü serbest berhem hatin şandin.
Firmayen endamen DAİBe yen ku par di serdema rebendan-ilone da bi bihaye milyarek ü 411 milyon ü 495 hezar dolari ixracat kirin, isal di heman serdeme da ixracata xwe bi qasi ji sedi 33,5 zede kirin ü derxistin milyarek ü 886 milyon ü 240 hezar dolari.
Heri zede ixracat bo Iraqe hat kirin
Yekitiye di serdema rebendan-ilone da heri zede ixracat bi 452 milyon ü 48 hezar dolari va bo Iraqe kir. Pey ra bi 115 milyon ü 235 hezar dolari va İran, bi 111 milyon ü 533 hezar dolari va Azerbeycan-Naxciwan, bi 94 milyon ü 324 hezar dolari va Almanya, bi 85 milyon ü 587 hezar dolari va Tirkmenistan ü bi 71 milyon ü 698 hezar dolari va ji Süriye ten.
2 hezar ü 415 firmayen endamen DAİBe ixracat kirin
Seroke DAİBe Ethem Tanriver diyar kir, di 9 mehan da wan ixracata xwe di asteke cidi da zede kir ü wiha got, "İxracata firmayen endamen DAİBe isal tevahiya sale zede bü. Nive ewil e sale bi amaren rind va hat girtin, heviya me heye ku di çaryeka dawin a sale da ji ixracat de derkeve amaren bilindtir."
Tanriver ji ber zedebüna amaren ixracate, hemü ixracatvan piroz kirin ü destnişan kir ku di serdema rebendan-ilone da 2 hezar ü 415 firmayen endamen DAİBe ixracat kirin. -
|