Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 14:48 
News  > 

Îsraîlê 4 caran nûçegihanê AAyê birîndar kir

14.09.2019 13:50

Eskerên Îsraîlê heta niha 4 caran nûçegihanê wêneyan ê Ajansa Anadoluyê, Elî Cadallah ê ku dema li Rojhilatê Xezeyê nimayişên Meşa Vegera Mezin a aştiyane dişopand, birîndar kir.

Nüçegihane weneyan e Ajansa Anadoluye (AA), Eli Cadallah e ku wexte li Rojhilate Xezeye nimayişen Meşa Vegera Mezin a aştiyane dişopand heta niha 4 caran rasti erişa eskeren İsraile hat.

Erişa ewil a li hemberi Cadallah di 22ye Adara sala 2018an da bi guleye hat kirin, perçeyeki fişeke li deste raste ye nüçegihane AAye ket ü niha nikare wi desti baş bi kar bine.

Di 25e Gulana sala 2018an da ji li hemberi Cadallah erişa duyemin hat kirin ü kabsula xaze ya eskeren İsraile avetin eleke çapemeniye ye nüçegihane AAye qul kir ü li ser singe wi ket.

Pişti ve erişe nezi meheke bi şun va eskeren İsraile di 22ye Hezirana sala 2018an da gule berdan ü ve care ji gule li deste çepe ye Cadallah ket.

Erişa heri dawin a eskeren İsraile yen li hemberi Cadallah ji di 30e Tebaxe da qewimi. Cadallah dema li Rojhilate Xezeye nimayişen Meşa Vegera Mezin a aştiyane dişopand eskeren İsraile fişeka bi kaüçuk peçayi beri eniya wi dan.

Nüçegihane weneyan e AAye Cadallah qala we roje kir ü got ku hemü amüren nişan dide ku ew nüçegihane weneyan e hilda cem xwe ü tevli ekiba AAye çü cihe çalaki le diqewimin.

Cadallahe 29 sali ragihand ku pişti demeke kurt a gihiştin hereme ew birindar bü ü wiha pe da çü: "Çawa ku em gihiştin cihe çalaki le hene min hin weneyen çalakiye nişan didin kişand ü paşe ji min his kir ku perçeyeki madeni li sere min ket, di we navbere da çav li min tari bün ü ez li erde ketim. Cane min pir eşiya ü xwin ji eniya min dihat. Hevalan gotine qey ez şehid ketime ü pişti wan ez birim ez xeriqi me."

Cadallah destnişan kir ku birina wi bi 12 gireyan va dirütine ü ragihand ku pişti we birindarbüna dawin hişe wi diçe ü mede wi tuneye.

Ji ser büyere da nezi 2 hefte derbas bü ü Cadallah dixwaze ku ew birina li ser eniya wi çebüye ji bi operasyona estetike va be çareserkirin.

"İsrail ji bo ser sücen xwe bigire rojnamegeran dike hedef"

Cadallah got ku İsrail bi hedef hildana wi ü hevalen wi va dixwaze ser wan sücen dibe seri bigire ü nehele ku ji çar aliye dinyaye kes pe bihese.

Midüre Ofisa Çapemeniya Hikümete ya li Xezeye Selamet Marüf ji di daxuyaniyeke bere dabü da got ku ji Adara 2018an heta niha di erişen İsraile da 2 rojnameger hatin kuştin ü 360 rojnameger ji birindar bün. -



 
Latest News





 
 
Top News