Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 03:34 
News  > 

Îsraîl Ji Biryara Xwe ya Têkdana Xan El-Ehmerê Nayê Xwarê

21.10.2018 16:58

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu: "Xan el Ehmer wê were texliyekirin.

Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu diyar kir, Xan el-Ehmera devera çiyayi ya Qudsa Rojhilate we were texliyekirin.



Wezire Xezineya Amerikaye Steven Mnuchin ji bo ziyareta fermi li İsraile ye ü wi ü Netanyahu civina çapemeniye li dar xist. Netanyahu di civine da li ser taloqkirina hilweşandina Xan el-Ehmere daxuyani da.



Netanyahu diyar kir ku biryara taloqkirina hilweşandine ji bo demeke kin e ü ji bo ku şeniyen hereme li dereke din werin bicihkirin hevditin dewam dikin ü wiha dewam kir, "Xan el-Ehmer we were texliyekirin. Ev biryara mehkemeye ye ü ev biryar we bi cih were. Niyeteke min a wisa tuneye ku ez biryara valakirna hereme ji bo demeke direj taloq bikim."



Netanyahu got ku Kabineya Ewlehiye ya İsraile we biryara dema valakirine ya Xan el-Ehmere bide.



Li gor nüçeyen ku duh di çapemeniya heremi da hatin weşandin, Netanyahu biryara taloqkirine ya hilweşandina Xan el-Ehmere da ü İsrail ji bo ku şeniyen hereme li dereke din bi cih bike, we peşniyazen nü peşkeş bike.



Biryara hilweşandina Xan el-Ehmere ya İsraile



Dadgeha Bilind a İsraile di meha gulane da biryar dabü ku avahiyen ku 190 Filistini te da dijin ü dibistana ku 170 xwendekar te da perwerde dibin, werin xerabkirin.



Pişti biryare di meha tirmehe da dema wezifedar ü polesen İsraile hatin hereme ku van xaniyan hilweşinin gele hereme ü dildaren Filistini bertek nişan dan ü nehiştin ew ben hilweşandin.





Li ser berteken camiaya navneteweyi ü berxwedana Filistiniyan hezen İsraile paşve gav avetin ü dadgehe ji li ser serledana şeniyen hereme ev biryar taloq kir.



Dadgeha Bilind a İsraile di 5e İlone da itiraza ji bo hilweşandine red kir ü xwest ku di nav 7 rojan da herem be valakirin ü ev avahi ben hilweşandin.





Miqamen İsraile meha bori ji bedewiyen Filistini yen ku li herema Xan el-Ehmere dijin ra teblixat şandibü ku ew heta 1e cotmehe mala xwe bixwe xerab bikin.



Projeya E1e ya İsraile



Li Xan el-Ehmere bedewiyen Filistini yen ku İsraile di sala 1953yan da ew ji Çola Necefe (Negev) bi zore dane koçkirin, dijin. Li gor projeya E1e ya İsrail plan dike ku ji Qudsa Rojhilate heta Gola Lüte (Behra Miri), nezi 12 hezar erazi "ji Filistiniyan bistine". Herema Xan el-Ehmere ji di nav ve axa projeye da ye.



Filistini dibejin ku İsrail we bi ve hilweşandina Xan el-Ehmere va bedewiyen hereme bide koçkirin ü deveren ku cihü le dijin en li Qudsa Rojhilat, El-Azariyye ü Gola Lüte bi hev va gire bide. -



 
Latest News





 
 
Top News