Haberler   
  English   
  Kurdî   
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 16/06/2024 02:26 
News  > 

Îspanya û Îrlanda wê dewleta Filistînê bi fermî nas bikin

Îspanya û Îrlanda wê dewleta Filistînê bi fermî nas bikin

22.05.2024 12:42

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez daxuyand, wê welatê wî di 28ê Gulanê da dewleta Filistînê bi fermî nas bike Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris: "Em îro weke Îrlanda, Norwêc û Îspanyayê radigihînin ku emê dewleta Filistînê nas bikin"

Serokwezire İspanyaye Pedro Sanchez daxuyand, di 28e Gulane da bi biryara ku Lijneya Weziran di civina heftane da bistine, we welate wi dewleta Filistine bi fermi nas bike.

Sanchez di gotara xwe ya ku li Lijneya Gişti ya Parlementoya İspanyaye da peşkeş kir da eşkere kir ku we Dewleta Filistine nas bikin ü wiha got, "Dema we yeke hat ku peyv derbasi kirine bibin. Ev ne dawiyek e, destpekek e."

Dema Sanchez ragihand ku we dewleta Filistine nas bikin, parlementeren partiyen siyasi yen hevbeşen hikümete yen di parlementoye da li ser peyan li çepikan xistin.

Ji ber ku Parlementoya İspanyaye di mijdara 2014an da biryara naskirina dewleta Filistine dabü, biryara ku de Lijneya Weziran 18e gulane bistine de ji bo naskirina dewleta Filistine ji aliye İspanyaye va tere bike.

Sanchez destnişan kir ku Serokwezire İsraile Benyamin Netanyahu ji hemi bangawaziyen agirbeste ra xwe "kerr" dike, "tu planeke wi ji bo aştiya Filistine tuneye" ü "çareseriya bi 2 dewleti ya ku yekane vebijarka aşti, ewlekari ü istiqrare ye, diaveje xetereye" ü got, "Bi awayeki geleki eşkere diwar ji ben lekirin, gel ji ben bordümankirin ewe axa Filistine weke xwe bimine."

Sanchez diyar kir ku gava wan biryara naskirina dewleta Filistine wergirt, peşaniya wan "aşti, edalet ü nenakokbün" bü ü wiha dewam kir:

"Ez dibejim aşti, lewra takeçareseri heye ku ew ji çareseriya dudewleti ye ku İsrail ü Filistin xwedan şerten hevta bin... Fena li Ukraynaye, em li Filistine ji politikayeke nenakok dimeşinin. Renge çerm, ziman ü din çi dibe bira be, em wekheviya navneteweyi diparezin."

Sanchez her wisa bal kişand ku ew e çend hefte şünda ji Xezeye qedera 30 zaroken nexweşen qansere yan ji yen nexweşiya wan giran e, veguhezinin İspanyaye ü xizmeta tenduristiye ji wan ra dabin bikin.

Sanchez her wiha bal kişand ku van dawiyan Tirkiye ji der heqe Filistine da teşebusen giring dike ü qala we lutkeye ji kir ku te peşbinikirin di navina hezirane da di navbera hikümeten Tirkiye-İspanyaye da li dar bixe.

Sanchez wiha got, "Em e digel Tirkiyeya ku dost ü hevkareki me ye giring e, van nezikan lutkeye saz bikin."

İrlanda ji we dewleta Filistine bi fermi nas bike

Pişti Norwece, Serokwezire İrlandaye Simon Harris ji daxuyand ku we welate wi dewleta Filistine nas bike.

Serokwezire İrlandaye Harris di civina xwe ya çapemeniye da ya ku li Dublina paytext li dar xist da ani ziman ku we dewleta Filistine bi fermi nas bikin.

Serokwezir Harris got, "Em iro weke İrlanda, Norwec ü İspanyaye radigihinin ku eme dewleta Filistine nas bikin. Niha her yek ji me ji bo cibicikirina ve biryare eme gaven neteweyi yen pewist biavejin. Em ve yeke dikin çimki li ser asta binemayen sereke yen hiqüqe baweriya me bi edalet ü azadiye heye. Her wiha em bawer dikin ku aştiya mayinde tene li ser asta geleki azad pekan e were dabinkirin." -



 
Latest News





 
 
Top News