Wezareta Karen Derva ya Iraqe erişa çekdari ya li Hewlere ya ku diplomateki Serkonsolosxaneya Hewlere ya Tirkiyeye şehid ket, şermezar kir.
Berdevke Wezareta Karen Derva ye Iraqe Ehmed es-Sahhaf di daxuyaniya niviski da wiha got: "Em erişa çekdari ya li Hewlere diji diplomateki Tirk hat lidarxistin, şermezar dikin."
Sahhaf got di erişe da welatiyeki Iraqe miriye ü yek ji birindar büye.
Der bare xebatan da Sahhaf got ji bo hurgili eşkere bibin bi aliyen fermi ra bi hevkari xebat ten meşandin.
Li Hewlera bajare Iraqe di erişeke çekdari de ya ku li xwaringeke hatibü kirin diplomateki li Serkonsolosxaneya Hewlere ya Tirkiyeye wezifedar e şehid ketibü. -
|