İrane bertek nişani Amerikaye da ku bi hinceta "finansmana terore" mueyide da ser 5 kes ü 4 saziyen di nav da saziyen İran ü Rüsyaye ü revebiren payebilind en Bankeya Navendi ji hene.
Behram Qasimiye Berdevke Wezareta Karen Derva di daxuyaniya niviski da biryara mueyideyen teze ya Amerikaye şermezar kir. Qasimi di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Kesen ku van mueyideyen bemantiq ü beencam li diji sazi ü kesan pek tinin ew e negihejin miraze xwe."
Wezareta Xezineye ya Amerikaye duh diyar kiribü ku 5 kes ü 4 saziyen di nav wan da saziyeke dewlete ya Rüsyaye ü rayedaaren İrane hene bi hinceta finasmana terore hildaye listeya mueyideye.
Di daxuyaniye da hat idiakirin ku reveberiya İrane bi saziya Rüsyaye ya hildan listeye ra ji hikümeta Süriyeye ra petrol temin kiriye, rejima Esed weki berdela petrole bi milyonan dolar pere transferi Arteşa Mihafizen Şoreşa İrane, Hizbillah ü Hemase kiriye.
Hatibü diyarkirin ku Resül Seccade Direktore Departmana Navneteweyi ya Bankeya Navendi ya İrane ü Huseyn Yaqubiye Alikare Seroke Tekiliyen Navneteweyi ya bankeya Navendi ji hildane çarçoveya mueyideyan. -
|