Sererkane İrane Mihemed Baqiri idia kir, operasyona eskeri ya ku wan diji İsraile pek ani bi awayeki serkefti gihişt encame ü armanca wan tuneye ku operasyone bidominin.
Baqiri ji televizyona dewleta İrane ra axivi ü erişa ji hela Arteşa Pasdaren Şoreşe li diji İsraile hat lidarxistin nirxand.
Baqiri wiha got, "Operasyona bi awayeki serkefti gihişt encame. Em ve operasyone weki encameke tam dibinin ü fikreke me ya ji bo berdewamiya operasyone tuneye."
Baqiri destnişan kir, reveberiya Tel Avive erişi konsolosxaneya İrane ya li paytexte Süriyeye Şame kir ü xeta sor derbas kir ü her wiha ku li diji İrane erişeke nü were kirin, ew e li diji İsraile erişeke berfirehtir pek binin.
Baqiri bal kişand ku binecihen sivilan ü heremen aboriye nehatin armacgirtin ü digel ku şiyana wan a firandina betir fuzeyan hebü, wan hewl da ku erişa diji İsraile di asta hişyariye da bimine. -
|