Weziren Karen Derva yen Yekitiya Erebi li ser vexwendina Erebistana Siüdiye bi derasayi li Qahireye li hev civiyan ku li ser mudaxaleya İrane ya li hereme biaxivin.
Weziran İran sücdar kir ü gotin ew fuzeyan dide Hüsiyan ü bang kirin ku tevgereke erebi a hevpar dive pek be ku mudaxaleyen Tehrane li hereme ben sekinandin.
Sekretere Gişti ye Yekitiya Ereban Ehmed Ebü Xeyd di destpeka civine de got İran fuzeyan dide Hüsiyan ü wiha axivi:
"Li Yemene ji destpeka pevçünan vir va 332 fuze hatin bikaranin. Ev fuze ji heman dere ten ku ew ji İran e. İran li welaten erebi piştgiriye dide gelek hezen milis. Fuzeya İrane ya ku hedefa we Riyada paytexte Erebistana Siüdiye bü ji dijminatiya we eşkere dike."
Wezire Karen Derva ye Erebistana Siüdiye Adil el-Cubeyr ji erişen Hüsiyan en ku di cotmeha 2016an ü mijdara 2017an de li hember Mekkeye kiribün bi bir xistin ü wiha axivi:
"Fuzeyen İrane rez nişani Mekkeya piroz a dine islame nedan. Ji ber mudaxaleyen İrane ü erişen we yen li hember Erebistana Siüdiye herem di nav talükeye de ye. Li hember van erişan em nikarin dest ü piye me giredayi rünen. ya ku ji ereban te hevikirin ew e ku berpirsyariyen neteweyi binin cih."
Wezire Karen Derva ye Cibutiye Mehmüd Eli Yüsuf ji got dive İran dev ji kar ü baren hundirin en welaten erebi berde ü bang kir ku li hember İrane çareseriyen acil ben ditin.
Samih Şukriye Wezire Karen Derva ye Misire ani ziman ku Misir piştgiriye dide ewlehi ü istiqrara hereme ü got ewlehiya welaten Tengave xeta wan a sor e, dive İran dev ji van tevgeren xwe berde.
Xalid Bin Ehmed El Xelifeye Wezire Karen Derva ye Behreyne ji bangi Libnane kir ü wiha got: "Li hereme gelek şaxen İrane hene. Yek ji wan ji Hizbullaha terorist a li Süriye ü Iraqe ye." -
|