Eli Rebiiye Berdevke Hikümeta İrane got dibe pirsgireka ji ber Ermenistane erden Azerbeycane dagir kiriye derketin hole bi reyen aştiyane werin çareserkirin ü İran, Tirkiye ü Rüsya ji bo pekanina biryaren Neteweyen Yekbüyi (NY) dikarin alikariye bidin herdu welatan.
Li gor xebera İRNAya ajansa fermi ya İrane, Rebii li Tehrana paytexte welet civina çapemeniye li dar xist ü pevçünen di navbera Azerbeycane ü Ermenistana ku Qerebax dagir kiriye da derketin nirxand.
Rebii got ji bo vegerin heyama beriya pevçünan dibe reyen aştiyane werin ditin, ji bo di mijare da piştgiriye bide herdu welatan amade ne ü wiha pe da çü: "Helwesta İrane ya ji bo naskirina yekitiya erden Azerbeycane ü mijara pekanina ve eşkere ye. İrane di çarçoveya hiqüqa navneteweyi ü biryaren NYye da ev mafe meşrü gelek caran ani ziman."
Rebii got pirsgireken di navbera Azerbeycan ü Ermenistane da dibe bi reyen aştiyane werin çareserkirin ü wiha axivi: "İran, Tirkiye ü Rüsya ji bo bi reyen aştiyane pekanina biryaren Neteweyen Yekbüyi (NY) dikarin alikariye bidin herdu welaten cinar."
Rebii axaftina xwe wiha domand: "Em xenci axaftina herdu welatan ü di nav xwe da çareserkirina pirsgirekan reyeke din nas nakin ü fikra me ew e ku hemü reyen din ew e ji bo berjewendiyen gele hereme ker neyen." -
|