Li İdira ku li heri rojhilate Tirkiyeye ye, Geliye Uçkayaye ü her wiha Qaxizmana navçeya Qerse ya di keviya Çeme Arase da kirase payize li xwe kirin.
Nebaten li geliye li gunde Uçkayaye ye navçeya Tuzlucaya li qüntaren Çiyayen Arase, payize bi tonen rengen sor, zer, qehweyi ü kesk xemilin.
Bi zerbüna daran ü baxçeyen fekiyan en di nav geli da, dimenen newaze derketin hole ü bi ve yeke va di demsala payize da ji cazibeya geli kem nabe.
Xelke gunde Uçkayaye Kurban Sarcan ji peyamnere AAye ra diyar kir, ji hela bedewiya xwezayi va gunde Uçkayaye yek ji ciyen bijare yen hereme ye.
Sarcan diyar kir, ji ber ku ciyeki sipehi ye, geli geleki bala mirovan dikişine.
Seroke Kuluba Wene Ger Çand ü Xwezaye ya İdire Muhammed Akkuş ji bal kişand ku geli bi dewlemendiya xwezaya xwe va bale dikişine ü wiha got:
"Geliye Uçkayaye mina bihar ü zivistane, payize ji zehf sipehi ye ü dive mirov were ditina we. Di hundire geli da newal, lat ü zinar ü daren rengbireng hene. Payize dema dar zer dibin, bedewiyeke behempa ü manzarayeke nediti derdikeve hole. Van dawiyan bi berbelavbüna navdariya geli va, hejmara ziyaretvanan ji zede büye. Ji kesen ku xweza, ger ü weneyan hez dikin ra peşniyaza me ew e ku ben ditina geli."
Li Qerse ji li navçeya Qaxizmane ya ku di keviya Çeme Arase da ye, xweza bi tonen rengen cuda dixemile.
Baxçeyen qeysiyan ü her wiha yen seven ku işareta coxrafi wergirtine, kirase payize li xwe kirin ü dimenen rengbireng derxistin hole. -
|