Hat idiakirin ku Amerika amadehiyan dike ku Venezuelaye tevli listeya "welaten piştgiriye didin terore" bike.
Washington Posta rojnemaya Amerikaye di xebera xwe da hin rayedaren payelbilind weki çavkani nişan da ü idia kir ku di navbera yekeyen eleqedar en revebiriya Donald Trump da li ser ve nivis hatin nivisandin.
Di xebere da hat bibirxistin ku di listeya "welaten piştgiriye didin terore" ya Amerikaye da hetani nika bi tene Koreya Bakur, İran, Südan ü Süriyeye ci digirtin, heke amadehi vegerin biryare rageşiya di navbera Amerika ü Venezuelaye da ew e zehf zede bibe.
Di nüçeye da hat gotin ku bi taybeti Komarparez ev demeke direj e Venezuelaye sücdar dikin ku "piştgiriye dide terore", Morco Rubioye Senatore Floridaye ye Komarparez li ser ve mijare zehf isra dike.
Wezareta Karen Derva ya Amerikaye li ser mijare daxuyani neda, hin rayedaren daxuyani dan medyaya Amerikaye ji dibejin "di ve mijare da he biryarek nehatiye dayin."
Revebiriya Amerikaye bere ji ji bo Nicola Maduroye Seroke Venezuelaye, xanima wi ü gelek kesen li der ü dora wi biryara mueyideyan dabü. -
|