Navenda Gişti ya HUDA PARe der bare çalakiya rüniştine ya dayiken Diyarbekiri da got: "Heqe dayikan heye ku zaroken xwe bixwazin ü em piştgiriye didin ve daxwaza wan a xwegihandina zaroken xwe."
Navenda Gişti ya HUDA PARe bi daxuyaniyeke va piştgiri da çalakiya rüniştine ya li ber avahiye bajer e HDPye ya Diyarbekire.
Di daxuyaniye da hat gotin Hacire Akara ku çalakiya rüniştine da destpekirin gihişte kure xwe ü pişti ve malbaten din ji dest bi ve çalakiye kirin ku hejmara wan ji 18an derbas büye.
Hat gotin li hereme ji ber pevçüna biçek a rexistine ciwan çün sere çiye ü hejmara ciwanen di pevçün, infazen navxweyi yen rexistine da hatine kuştin, yen winda büne ü xeber ji wan naye hildan bi deh hezaran ten ifadekirin.
Daxuyaniye piştgiri da dayikan ü wiha dewam kir: "Em li gel dayikan in. Çalakiya dayikan bi sedemen din va izahkirin ne tevgereke mirovi ye. Beşik her dayik dixwaze ku zaroka we li ber sere we be ü ve daxwaze bi tu tişti naguhere. Ji ber ve, daxwaza dayikan a xwegihandina ewladen xwe her çiqas çübün sere çiye ji bi sedemen cuda va şirovekirin ne tevgereke insani ye. Heqe dayikan heye ku zaroken xwe bixwazin ü em piştgiriye didin ve daxwaza wan a xwegihandina zaroken xwe." -
|