Mihemed Kerkuşe ku ji ber erişen rejima Beşar Esed a li ser bajare Helebe reviya ü hat gunde Kastaraya li bakure Lazqiyeye bi ci bü kare xwe didomine ü ji heriye dizik ü amüren xemle çedike.
Hostatiya vi kari ji kale wi je ra mirat maye ü ew digel şere navxweyi ji bo debara xwe mirate didomine.
Kerkuşe 31 sali ji bo heriye xweliya taybet berhev dike, li bejinge dixe ü paşe dike heri ü je dizik ü amüren xemle yen biçük çedike. Roje 3-4 heben biçük çedike, pişti ziwabüne wan boyax dike ü heba wan bi 20 lireye Tirkiyeye difiroşe.
"Heke piştevani neye dayin we ev kare ji hole rabe"
Mihemed Kerkuş daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ev kar ji kale wi je ra mirate maye ü niha li mala koç kiriye heman kari didomine.
Kerkuşe bave du zarokan destnişan kir ku di vi kare hane da xeyalkirin hewce dike ü wiha domand: "Ji bo çekirina dizikan xweli dive hür ü baş be. Ji her heriye dizik çenabe. Ji kulmek heriye me amüren xemle yen reng rengi çekirin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Kerkuş got ku ewe vi kari hini zaroken xwe ji bike ü got: "Ji ber şere navxweyi edi pewistiyen mirovan guherin ü ji ber ve ji ev kar li ber windabüne ye. Heke piştevani neye dayin we ev kare ji hole rabe." -
|