Hizana navçeya Bidlise ya ku bi xweşikahiyen xwe yen tebii ü avahiyen xwe yen diroki va ji turistan ra mevandariye dike edi ji bo dimenen kilip ü belgefilman bü mekan ü bale dikişine.
Hizana ku bi tebieta xwe ya nehatiye xirabkirin ü avahiyen xwe va ziyaretvanan şaş ü metel dihele pişti ku Wezareta Karen Navxweyi le wezifedari kir bi hemleya danasine va bale dikişine.
Bi operasyonen serkefti va li navçeye hizür ü rewşa ewlehiye hat pekanin. Hizan bi xaniyen xwe yen diroki, çanda xwe ya qedim ü tebieta xwe ya kesk va nika ji bala derheneran dikişine.
Bere di peşikeşiya şaredariye da li Hizane safariya weneyan dihatin kirin ü bi saya ve gelek wenekeşen bi nav ü deng en Tirkiyeye hatin navçeye. Hizan nika ji ji belgefilm ü kliban ra malxweditiye dike.
Li Hizane belgefilm, reklam ü klip ten kişandin
Wekile Şaredar ü Qaymeqame Hizane Bulent Hamitoglu daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku di van salen dawin da bi saya operasyonen serkefti ye hezen ewlekariye va navçe gihişte hizüre.
Hamitoglu diyar kir ku Hizan ji wan navçeyan yek e payiza wan zehf xweş derbas dibe ü wiha pe da çü:
"Me li ve dere peşbaziyen weneyan li dar xistin, hevpeyvin, konser ü ger organize kirin. Di encama xebaten me da gelek mevan hatin ve dere. Me bi peşbaziyen weneyan va bala wenekeşan kişande ser navçeye. Paşe kesen xwestin belgefilman bikişinin hatin ve dere. Belgefilmen li ser xaniyen ji kevir ü mirovan hatin kişandin. Xenci hin kes ji hatin reklam kişandin. Heri dawin ji sitranbej ten kiliban dikişinin. Ev ji ber ve bextewar in."
Hunemende dewlete ji bo klibe hat Hizane
Arif Çelike hunermende tenbure ye Koroya Muzika Gel a Dewlete ya Enqereye ya Wezareta Çande ji bo kilama xwe ya "Şu Sevda Denen"e li navçeye klib kişand.
Çelik diyar kir ku bere ji bo wezifeye hatibü Hizane ü ji tebieta we hez kiribü ü wiha axivi:
"Ez çüm Enqereye lebele dile min di vir da ma. Dema mijara klibe hat rojeve ji min got 'Dibe li Hizane were kişandin'. Dema Qaymeqam Hamitoglu ji li we dere bü min mijar ani rojeve. Qaymeqam got em e piştgiriye bidin kişandina klibe. Besteya min a dawin ji me li ve dere got." -
|