Hindistan ü Pakistane li hev kir ku "miheqeq" pabendi agirbest, rekeftin ü peymanen der heqe sinore Keşmire da bin.
Direktoyen Gişti yen Operasyonen Eskeri yen Hindistan ü Pakistane di daxuyaniya hevbeş da ragihandin, hevditin ten meşandin da ku li Xeta Kontrole ku heremen di bin deste herdu welatan da ji hev cuda dike, pevçün rü nedin.
Di daxuyaniye da hat destnişankirin, aliyan rewşa Xeta Kontrole ü ya heremen din nirxandin ü li ser we yeke li hev kirin ku pirsgirek ü fikaren hev çareser bikin ü wiha hat gotin, "Herdu aliyan şeva ku 24e Sibate dewri 25e Sibate dike, li ser we mijare li hev kirin ku li Xeta Kontrole ü li heremen din bi awayeki mitleq pabendi agirbest, rekeftin ü peymanan bibin."
Di daxuyaniye da her wisa hat diyarkirin, ji bo regirtina pirsgireken muhtemel en li sinor, hevditin ten meşandin ku "xeta ragihandine ya rewşa bilez" were vekirin. -
|