Wezire Karen Derva ye İrane Mihemed Cewad Zerif diyar kir ku hin rayedaren Iraqi ji tirsa Amerikaye we yeke qebül nakin ku bi İrane ra hevkariye bikin.
Zerif di civineke li Konsolosxaneya İrane li Kerbelaye da axivi ü wiha got, "Li Iraqe rayedaren payebilind bi biryar in ku bi me ra hevkariye bikin lebele rayedaren ne payebilind ü heremi ji ber ku ji hegemonyaya Amerikaye ditirsin ve yeke qebül nakin."
Zerif got ku reveberiya Washingtone de ji astengkirinen ku li diji İrane disepine, tişteki bi dest nexe ü wiha dewam kir, "Reveberiya Amerikaye bi xwe li xwe mukir hat ku di ve mijare da 7 milyar dolar pere xerc kir, lebele tiştek neket dest. Amerika nikare dinyaye bi re va bibe. Dive em li gori ve rastiye tevbigerin."
Zerif di çarçoveya ziyareta xwe ya 4 rojan da roja yekşeme hatibü Bexdaye ü li ve dere ligel Serokwezire Iraqe Adil Ebdulmehdi, Seroke Meclise Mihemed el-Helbüsi ü Wezire Karen Derva Mihemed el-Hekim, per ji li Hewlere bi Serokwezire Herema Kurdistane Neçirvan Barzani ü Seroke bere ye hereme Mesüd Barzani civin kiribü. -
|