Donald Trumpe Seroke Amerikaye li ser kuştina Cemal Kaşikçiye rojnamevane Siüdi got, "Hin pirsen me we ji Siüdiyan hebin. Di ve mijare da em e bi Kongreye ra bixebitin."
Trumpe Seroke Amerikaye li Arizonaya eyaleta Amerikaye ji rojnemvanan ra büyera Kaşikçi nirxand ü got ku meriv bi daxuyaniya Erebistana Siüdi ya li ser "kuştina Kaşikçi" bawer dike.
Trump diyar kir ku daxuyaniya reveberiya Riyade "gava mezin a ewil e" ü wiha axivi: "Lebele nirxandina me he temam nebü. He zü ye (ji bo eşkerekirina encame)."
Trump ji bo daxuyaniya Erebistana Siüdi ya der bare Kaşikçi da got, "Hin pirsen me we ji Siüdiyan hebin. Di ve mijare da em e bi Kongreye ra bixebitin." ü destnişan kir ku pişti bi Mihemed bin Selmane Mirzeye Weliehd ra biaxive ew e biryara xwe eşkere bikin.
Weki mayin Trump got derdestkirinen reveberiya Riyade ya ji bo kuştina Kaşikçi "zehf giring e".
Mueyideyen din
Trump got dixwaze peyaman firotina silahan a 110 milyar dolari digre ya di navbera Amerika ü Erebistana Siüdi da mihefeze bike. Trump got di dewsa we da dibe ku mueyideyen din pek binin."
Li ser pirsa dibeje "gelo lepirsina Erebistana Siüdi dimeşine ewledar e" Trump got, "Em daxile pevajoye bün, Tirkiye daxil bü. Ev tişteki mezin e ü tişteki ku neye nirxandin ew e nemine."
Erebistana Siüdi itiraf kiribü ku Cemal Kaşikçiye rojnamevan e ku di 2ye cotmehe da ketibü Serkonsolosxaneya Stenbole xeber je nehatibü hildan "di rageşiya ku li konsolosxaneye derket da miriye".
Li gor xebera SPAya ajansa nüçeyan a fermi ya Erebistana Siüdi, di encama lepirsina Serdozgeriya Erebistana Siüdi dimeşine da hat diyarkirin ku Cemal Kaşikçi hatiye Serkonsolosxaneya Stenbole li ve dere "bi welatiyen Erebistana Siüdi yen li konsolosxaneye ra ketiye niqaşan, rageşi derketiye ü Kaşikçi miriye". -
|