Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 01:48 
News  > 

Hin Mirov Derketine Li Ser Sunnetê Nîqaşan Dikin"

21.10.2017 15:58

Serokomar Erdogan: "Niha gelek mirovên curbecur derketin li ser meseleya sunnetê bi awayekî cidî nîqaşan dikin.

İSTANBUL - Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Zaningeha İbn Xeldün di merasima vekirine ya Şüraya Şaristaniya Navneteweyi de axivi.



Erdogan ani ziman ku li welet hin kes li ser meseleya sunete niqaşan dikin ü wiha axivi: "Dine me ye eziz ji ser rexistinen terore bi awayeki wisa nişan didin ü ji bo tegihiştina wan em heri dibejin wisa nine fersend namine ku ji wan ra qala heqiqete bikin. Niha gelek miroven curbecur derketin, çebün. Ev kesen derketine li ser meseleya sunnete bi awayeki cidi niqaşan dikin. Ev niqaşen li welate me ten kirin bi taybeti ji ji bo me sedema xemginiye ye. Ez mecbür im ku ve aşikar ü zelal bibejim. Rayeya meletiye, heqe hikümdayine nade tu kesi ü ji ber ve ji rayeya li ser sunneta Pexembere me ji tu kes nade wan ji. Peşi li van niqaşan vekirin di esle xwe da te meneya di nav ve nesle da fesadi kirine. Ü di nav ve nesle da heqe fesadi kirine ji tu kesi nedaye vana. Ew ji bi vi awayi nikarin bikevin nav siyasete ü heke tevli siyasete bibin ji we berdeleke giran bidin."





"Avahiyen 40 qati ü 100 qati çekirin ne medeniyet e"



Ji bo mijara medeniyete Erdogan behsa tevgeren Rojavaye kir ü wiha dewam kir: "Li gor welaten Rojavaye ji bo bajarek medeni be qebülkirin, dive li ser reyan ronahi hebe ü li kolanan heri tunebe, li taybetiyen ten xuyane diniherin. Le di pivana İslame de nişaneya medenibüna bajereki ew e ku dive meriv bikaribe deriye xwe kilit neke ü derkeve derva, arikariye bide hemü kesen feqir ü bi merhemete nezi heywanen li kolanan bibe. Di medeniyeta me medeniti ev e. Le mixabin em bi awayeki cuda ketine ve dafike. Avahiyen 40 qati ü 100 qati çekirin we medeni nake, le em ji ketine ve dafike, ez ve ji bibejim."





"Birez Trump li gor min şaristaniye wek şikil dinirxine"



Serokomar Erdogan Seroke DYAye Donald Trump ji ber tevgeren wi yen li hember misilmanan rexne kir ü wiha got: "Birez Trump li gor min şaristaniye wek şikil dinirxine. Me deriyan ji miroven ku cuda difikirin re negirt, le niha li Amerikaye heke misilman ketibin di nav rewşeke ji wir qewirandine, ev ji nişan dide ku li Amerikaye pirsgirekek heye. Dive Trump ewil ve mijare binirxine. Meqseda me insan e ku di nav tişten ku hatine xuliqandin de ye heri bişeref e. Le ez dibinim ku li Amerikaye rewş wiha nine, di rewşa niha de pirsgirek heye."



"Ma edaleteke wiha dibe?"



Erdogan ji bo biryara binçavkirine ya ku der bare parezvanen wi de ji hela Amerikaye va hatiye dayin de wiha axivi: "Li welateki ku ez bi 13 parezvanen xwe ve wek vexwendi çübüm heke bi nenaskiri, nediti, nezani der bare wan de biryara binçavkirine hatibe dayin, bila qusire neniherin ez ji vi welati re nabejim medeni ye. Tu ye bi xwe me dawet biki ü eze bi parezvanen xwe va bem wek Serokomare welateki ü li wir tu ye me bixi nav rewşeke ku terorist gefan li me bixwin ku we li me bidin. Parezvanen min ji we tevdiran bibinin, hela wisa ku ji wan du kes ne li wir ji bün, parezvanen jina min bün. Dozgere rabe der bare wan de biryara binçavkirine bide. Ma edaleteke wiha dibe?"





"Dinya ji 5an mezintir e"



Serokomar Erdogan got şert ü mercen dema Şere Cihane ye Duyemin ü yen niha cuda ne ü ji ber ve 5 dewlet nikarin qedera dinyaye eşkere bikin wiha dewam kir: "İtiraza me ya dinya ji 5an mezintir e, bi meneya xwe ya din ji bona banga edalete ye ü di heman deme da hewareke medeniyete ye. Çawa dinya 5 e, tişteki wiha dibe? Şert ü mercen Şere Cihane ye Duyemin ü ye niha cuda ne. 5 dewlet qedera dinyaye eşkere dikin, çi ji deve wan derkeve ew e. Tişteki wilo nabe. Şere Cihane ye Duyemin li paş ma ü iro dinyeyeke din heye. Hemü mesele rojane dibin ü dive siyaset ji di vi wari da qedera xwe rojane bike."



"Eleqeya DEAŞe bi İslame ra tuneye"



İslame bi rexistina terore DEAŞe re eleqedarkirine re Erdogan wiha got: "Heri zede em li diji DEAŞe şer dikin ü dema şer dikin ji dibejin eleqeya DEAŞe bi İslame ra tuneye. Bi eşkereyi di hemü civinen navneteweyi ü hevditinen bi dewleten İslame ra em dibejin eleqeya DEAŞe bi İslame ra tuneye. Le em nikarin bi wan bidin fehmkirin, mixabin misilmanan bi misilmanan didin kuştin. Be pere çekan didin. Em ji ji bona parastine bi pereti dixwazin, le çek nadin me. Em di nav dinyayeke eceb da ne."





Erdogan got Trump ji misilmanan re dibeje terorist ü wiha axivi: "Hün li Amerikaye li Birez Trump diniherin ji bo misilmanan ifadeya 'terorist' dibeje. Dema em je ra dibejin 'binihere tişteki wisa tuneye' nikare bipareze. Li Myanmare hin budisten terorist misilmanen ji Rohingyaye kuştin. Gelo ji bo budistan dikarin heman tişti bibejin, na. Çima? Ew yoga dikin. Qet tişteki wiha çewto mewto dibe? Ji bo teroristen xiristiyan tişteki wiha dibejin, ji bo teroristen cihü tişteki wiha dibejin, na. Hebe tunebe dibejin teroriste islami. Em bi caran ji wan ra qal dikin, nabe."



"Li hember hemü erişan toxime pola ya şaristaniya me saxlem e"



Ji bo islame Erdogan got ew şaristaniyeke wisan e ku ewe her tim li ser piyan bimine ü wiha pe de çü: "Pergaleke ku li ser metinkariye hatibe avakirin, mirovan bi zinciren ku nayen ditin va dike kole, insanan wek metaye dibine ü pişta xwe dide xerckirina besinor nikare heta hetayi dewam bike. Makyaja rüye wan kesen ku duh li ser nave pişesaziye pergela metinkariye ava kiribün diçe ü rüye wan e rastin derdikeve hole. Le şaristaniya islame ji ber kurahiya rehen xwe ü çavkaniyen ku je ave dixwe va şaristaniyeke wiya ye ku dikare heta hetayi li ser piyan bimine. Li hember hemü erişan toxime pola ya şaristaniya me saxlem e. Misilman ji bona medeniyet, çand ü baweriyen din bazara xerckirine ü qada ceribandine nine. Heger iro rewşeke wiha hebe ü alema İslame bi teror, paşdamayin, şeren mezhebi ü niqaşen siyasi di rewşeke xiran da be dive em tu keliyeke xwe di nav hizüre da derbas nekin ü ev li me heram be. Heger iro li Süriye, Iraq, Libya, Yemen ü Somaliye ü di diroka nez da ji li Balkan ü Qefqasan ü demen bere da hemü eşen li hemü erdnigariya Asyaye berpirsiyari wek misilman ya me ye."



"Mucewher dema bikeve nav heriye ji qiymeta xwe nakeve"



Serokomar Erdogan got heza yekane ya ku dinyaye bine ser xeza mirovahiye şarsitaniya İslame ye ü wiha axivi: "Ne rexistinen terore yen wek DEAŞ, El Kaide ü Boko Harame ü ne ji zilma revebiren qimnekir en ku hetka civaken xwe dibin nikare ve heqiqete biguherine. Mucewher dema bikeve nav heriye ji qiymeta xwe nakeve. ya dikeve ser mile me ji ew e ku em ve xezineya biqiymet ji we heriya li sere ye paqij bikin ü peşkeşi xizmeta mirovahiye bikin. Ji bo ve ji yek tişte ku dive em bikin, xwepeşvabirin, temamkirin, xebat ü tekoşinkirin e." -



 
Latest News





 
 
Top News