Li Tünise Lutfi el-Merayhiye namzede Yekitiya Gel a Komare ji ber ku di türa 1emin a hilbijartina serokomariye da tera xwe deng hilneda, diyar kir ew e piştgiriye bide namzede serbixwe Qeys Seide ku ma türa 2yemin.
Merayhi li ser hesabe xwe ye Facebooke daxuyani da ü wiha got, "Di türa duyemin da du namzed hene. Ne pekan e ku ez Nebil el-Karwi hilbijerim. Her çend ez bi projeya Qeys Seid ne beled bim ji, ez e piştgiriye bidim Seid. Ew dixwaze pergala heyi biguherine ü ji aliye şoreşgeriye ye."
Merayhi diyar kir ku wi di emre xwe da tene careke bi Seid ra hevditin kiriye.
Merayhiye namzede serokomariye ye Yekitiya Gel a Komare, di türa yekemin a hilbijartine da ji sedi 6,56 deng hildabü ü bi ser neketibü.
Seyfeddin Mexlüfe namzede Koalisyona Rümete di türa 1emin a hilbijartine da ji sedi 4,3 deng hildabü, Münsif el-Merzüqiye Serokomare Tünise ye bere ji ji sedi 2,9 deng hildabü. Herdu namzedan ji gotibü ku ew e di türa duyemin da piştgiriye bidin Qeys Seid.
- Encamen hilbijartina türa 1emin a Serokomariya Tünise
Namzede serbixwe ü profesore qanüna bingehin Qeys Seid di hilbijartina serokomariye da ji sedi 18,4 deng hilda. Nebil Qarwiye patrone medyaye ji ji sedi 15, 6 deng hilda ü hatibü diyarkirin ku herdu namzed diminin türa duyemin.
Tünis we di 6e cotmehe da ji seba hilbijartina parlamenteriye here ser sandoqe. -
|