Herema Kurdistana Iraqe ragihand ku hezen koalisyona navneteweyi ya diji DEAŞa rexistina terore ji sibe pe va we cardin perwerdeye bidin peşmergeyan ku ji ber rageşiya li hereme dabün sekinandin.
Qereman Şex Kemale Alikare Sererkane Wezareta Peşmergeyan ye Herema Kurdistana Iraqe li Hewlere di daxuyaniya çapemeniye da axivi ü destnişan kir hezen koalisyona navneteweyi ji sibe pe va we cardin perwerdeye bidin peşmergeyan ku ji ber rageşiya li hereme demeke dabün sekinandin.
Kemal destnişan kir ku hezen koalisyone bi fermi biryara xwe ragihandin ü got ku bernameya perwerdeye neguheriye.
Hezen Amerika, Almanya ü Hollandaye ku diji DEAŞe hatine avakirin ü ji 2014an vir va hezen peşmergeyan perwerde dikin ji ber rageşiya li hereme roja çarşeme perwerdeya ku didan hezen Iraqe ü peşmergeyan dabün sekinandin.
Ji ber rageşiya di navbera İran ü Amerikaye da revebiriya Washingtone ji ber ihtimala erişan biryar dabü ku welati ü xebatkaren wan Iraqe biterikinin ü hin telimat ü tevdir eşkere kiribün. -
|