Hat ragihandin ku hezen ewlekariya Iraqe li Şuwana navçeya Kerküke kontrol bi dest xistin ü ber bi navçeya Teqteqe ya ku bira nefte le ye diçin.
Li gor agahiya ku nüçegihane AAye ji peşmergeyan hilda hezen ewlekariya Iraqe li Şuwana navçeya Kerküke kontrol bi dest xistin ü paşe ber bi navçeya Teqteqe ya ku 20 kilometro neziki wir e va diçin.
Hat gotin arteşa Iraqe ü Heşda Şabiya ku piştgiriye dide wan neziki sinoren navçeye bün ü li ser giren mezin bi cih bün.
Sedema li sinoren navçeye sekinandina wan ji ew e ku Teqteq li ser reya navçeya Koye ya Hewlere ye.
Teqteq 50 kilometro neziki navenda Kerküke ye ü ji bo HKIye ji hela nefte va ciheki giring e.
PDK-İrane daxuyand ku kampen wan en li Koye di talukeye de ne
Partiya Demokrat a Kurdistan-İran (PDK-İ) a ku li Koya navçeya Hewlere kampa wan heye ü muxalife İrane ne dibejin ku Heşda Şabi ü arteşa Iraqe dibe bigihijin sinoren navçeye xwe wek hedef dibinin ü ji ber ve bi qisawet in.
Endame Politburoya PDK-İye Heme Nezif Qadiri daxuyani da nüçegihane AAye ü got: "Li gor agahiyen me hildan ji duh evare va arteşa Iraqe ü Heşda Şabi ber bi bajaroka Teqteqe ten."
Qadiri diyar kir ku qampen wan yen eskeri ninin ü li wan deran malbaten peşmergeyan dijin ü li hemberi ihtimala erişa Heşdi Şabiye ya ser kampe ji xeber dane Neteweyen Yekbüyi.
Ji sala 1995an vir va li Koya ku di bin kontrola Yekitiya Niştimani ya Kurdistane da ye kampa PDK-İye heye.
Reya di navbera Hewler ü Kerküke da ji ber şere hezen arteşa Iraqe ü Peşmerge ku li navçeya Pirde derketibü niha ji çün ü hatine ra girtiye ü bi tene wesayiten eskeri dikarin derbas bibin. -
|