Li Tunceliye hezen ewlehiye di saleke dawin da bi operasyonen Eren-7 Mercan Munzür ü Eren Zivistan-6 Çiyayen Mercane Cendirmeye Şehid Çawişe Pispor Burak Tortumlu 203 sitargeh ü şikeft imhe kirin ü gelek çek, muhimat, alaven jiyane yen teroristan bi dest xistin ü ji aliye lojistike va ji derbeyeke giran li rexistinen terore xistin.
Li bajer Fermandariya Cendirmeya Bajer di kordinasyona Walitiye da operasyonan dimeşine ü li diji mensüben rexistina terore ya cudakar tekoşin bi biryardari te dayin.
Di ve çarçoveye da li devera çiyayi ya navenda bajer ü li deveren çiyayi yen 7 navçeyan çendek bere Operasyona Eren Zivistan-6 Çiyayen Mercane Cendirmeye Şehid Çawişe Pispor Burak Tortumlu ji dan destpekirin ü didominin.
Di operasyona ku binefseren jin komandoyen cendirme, herekata taybet a cendirmeyan (JOH), hereketa taybet a polesan (POH) ü gundparez ji beşdar in da ji 72 timan nezi 1060 personel wezifeye dikin.
Li bajare ku di nav çiyayen qerase da hatiye avakirin, hezen ewlehiye şev ü roj ser erazi diminin ü bi küçiken perwerdekiri ü ekipmanen teknolojiya dawin va peye teroristan ketine.
Wesayita esmani yen bemirov ü çekdar (SİHA), wesayita esmani ya bemirov (İHA) ü firoke ji carinan piştgiriya operasyone dikin ü di saleke dawin da rexistina terore ji aliye lojistike va ji zirereke mezin dit.
Operasyona dawin di 19e mijdare da dest pe kir ü ji we deme vir va hezen ewlehiye li navenda bajer ü Ovacike 13, li Hozate 1 ü li devera çiyayi ya Nazimiyeye 9 sitargeh tesbit ü imhe kirin.
Di sitargehan da muhimata avetina bombeye, 2 şarjoren tivinga peyadeyan a HK-33ye, 2 şarjoren G-3ye, muhimata bixiye, 8 çenteyen pişte, 5 bloqen pilan, cihaze denge sirene, 100 metre qabloya ceyrane ü gelek alaven jiyane hatin bidestxistin.
Hezen ewlehiye li bajer di navbera 5e sibate ü 19e mijdare da Operasyona Eren-7 Mercan Munzür kir ü di ve operasyone da ji 180 sitargeh ü şikeften teroristan xerab kirin.
Ji bo ku terorist li hereme baregeha xwe ya zivistane çenekin ü ji bo derbasbüna navbera bajaran were astengkirin, operasyon ji hewa ü bejaye dewam dikin. -
|