Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 28/03/2024 12:28 
News  > 

Heyeta Talibanê bi rayedarên Îranê ra civîn kir

17.09.2019 15:35

Ebas Mûsewiyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê piştrast kir ku heyeteke ji nûnerên rêxistina Talibanê pêk tê Tehran ziyaret kir û der barê geşedanên demên dawîn ên li Efxanistanê da fikr û ramanên xwe bi rayedarên Îranê ra parve kirin.

Ebas Müsewiye Berdevke Wezareta Karen Derva ya İrane piştrast kir ku heyeteke ji nüneren rexistina Talibane pek te Tehran ziyaret kir ü der bare geşedanen demen dawin en li Efxanistane da fikr ü ramanen xwe bi rayedaren İrane ra parve kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karen Derva ya İrane ya niviski da ziyareta heyeta Talibane ya İrane hat teyidkirin ü pirsen rojnamevanan en li ser ziyarete hatin bersivandin.

Müsewiye Berdevk wiha got: "Di çarçoveya istişareyen berfireh en İran bi hemü aliyen li Efxanistane ra dike da heyeteke siyasi ya koma Talibane welate me ziyaret kir, der bare geşedanen demen dawin en li Efxanistane da fikr ü ramanen xwe bi rayedaren İrane ra parve kirin."

Heyeta Talibane heri dawi di rebendane da İran ziyaret kiribü, reveberiya Tehrane diyar kiribü ku di çarçoveya agahdarbüna hikümeta Kabüle da bi Talibane ra civiyan.

Trump mizakere dabü sekinandin

Donald Trumpe Seroke Amerikaye ji ber erişa li Kabüle ya te da eskereki Amerikaye ji tev 10 kes hatibün kuştin di 8e ilone da diyar kiribü ku hevditinen aştiye yen bi Talibane ra dewam dikin hatin sekinandin.

Trump weki mayin destnişan kiribü ku hevditina pilan dikirin bi Eşref Xeniye Serokomare Efxanistane ü hin seroken Talibane ra dizika li Camp Davide bikin ji hat betalkirin.

Zalmay Xelilzade Nünere Taybet e Efxanistane ye Amerikaye li Kabule daxuyani dabü televizyoneke taybet ü diyar kiribü ku pişti hevditinen bi mehan e bi Talibane ra dikin li ser peşnümayeke li hev kirin. Amerikaye diyar kiribü ku ew e di nav 135 rojan da 5 baregehen xwe yen li Efxanistane bigre ü 5 hezar eskeren xwe vekişine.

Heyeta Talibane meha bori ji li Moskovaye bi rayedaren Rüsyaye ra tekili danibü. -



 
Latest News





 
 
Top News