Wezire Karen Derva ye Erebistana Siüdi Adil Bin Ehmed el-Cubeyr biryara Almanyaye ya ku dibeje ew e silahan nefroşe aliyen ku li Yemene şere dikin nirxand ü wiha got, "Hewcedariya me bi silahen we tune. Em e wan ji ciyeki din temin bikin."
El Cubeyr daxuyani da DPAya Ajansa Xeberan a Almanyaye ü li ser tekiliyen Almanya ü Erebistana Siüdi yen di van demen dawin da xirab bün axivi.
Cubeyr bi bir xist ku di navbera Almanya ü Erebistana Siüdi da tekiliyen qewin hene ü got, "Ev tekili di ware siyasi, abori ü ewlehiye da ne. Lebele em xwe naxin hale goga ku pe te leyistin. Yan Almanyaye bibe teminkare techizaten silahan ü yan ji nebe. Heke Almanya di mijara silah dayina Erebistana Siüdi da pirsgirekan dibine em e zore nedine. Hewcedariya me bi silahen we tune. Em e wan ji ciyeki din temin bikin."
El Cubeyr got ji bo ku tekiliyen di navbera Erebistana Siüdi ü Almanyaye da serast bibin dibe em bawer bikin ku Almanya li me miemeleya goga leyistike nake.
El Cubeyr destnişan kir ku şere li Yemene şereki meşrü ye ü li ser daxwaza hikümeta meşrü midaxele te kirin ü got, "Şere ji bo parastine ye. Di ve da tişteki şaş tune." -
|