Seroke Amerikaye Donald Trump ragihand, ji ber erişen we yen li Efxanistane ew e bi Talibane ra hevditinen aştiye neke.
Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Çapemeniye ya Qesra Spi hat dayin, erişen ku li Kabula paytexte Efxanistane ü wilayeta we ya Parwane hatin kirin ü 48 kes hatin kuştin, hat şermezarkirin.
Di daxuyaniye da wiha hat gotin, "Amerika erişen newerek en ku Taliban dibe ser gele Efxan bi tundi şermezar dike. Serok (Donald Trump) bi eşkere got ku heke Taliban van erişen xwe bidomine, ew e bi Talibane ra tu hevditineke aştiye neke."
Wezareta Karen Derva ya Amerikaye ji bi daxuyaniyeke cuda va erişen navbori şermezar kiribü.
Talibane li paytext Kabule ü wilayeta Parwane du erişen xwekujiye kiribün ü 48 kes hatibün kuştin. -
|