Alikare Serokomar Fuat Oktay got, "Hesabe me heye ku em e ji wan durüyan pirs bikin ku keçen me yen ku di emre zarokan da ne direvinin ü li sere çiya dikin destiye terore ü li bajaran ji qaşo xwe li 'parezeriya mafen jinan' datinin."
Oktay di axaftina xwe ya li merasima vekirina hewze ajneye ye sergirti ku bi deste Şaredariya Bogazliyane hat çekirin da kefxweşi ü bexteweriya xwe ani ziman ku ew li memlekete bave xwe ligel hemşehriyen xwe hat cem hev.
Oktay bal kişand ku di 17 salan da bi seroktiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan va Tirkiye di hemü waran da geleki bihez ü xurt bü.
Herwiha Oktay diyar kir ku Tirkiye her roj rekoreki nü dişikine ü niha ji ew gihiştin reqema 50 milyon turisti.
"Em e destüre nedin ku dayik edi bigirin"
Oktay bal kişand ku wan gotibü ku ew e bi terore ra li kudere dibe bira bibe, çi li rojhilate Ferate, çi li rojavaye wi, çi li dervayi welet çi li nava welet, ew e di kana we da berteref bikin ü ew ve yeke dikin ji ü wiha got:
"Hesabe me heye ku em e ji wan durüyan pirs bikin ku keçen me yen ku di emre zarokan da ne direvinin ü li sere çiya dikin destiye terore ü li bajaran ji qaşo xwe li 'parezeriya mafen jinan' datinin. Bi gotina Koroxli 'merd li ber xwe dide, nemerd direve' geli birayen heja. Em e ligel hemü welatiyen xwe mil bidin mil ü bi merdi em e bi ser teror ü teroristan da biçin. Em e destüre nedin ku dayik edi bigirin."
Otay pişti axaftine, hewze sergirti ye ajneye vekir ü dü ra ji derbasi Şaredariya Bogazliyane bü. -
|