Berteken ku Ezdiyen li Iraqe yen ji ber ku li Şengala navçeya Müsile ciwanen Ezdi bi zore çekdar dike ü ji bo şer dişine Efrine nişani PKKya rexistina terore didin dewam dikin.
Kerim Silemane Şewirmende Meclisa Rühani ya Ezdiyan daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku ciwanan çekdar dikin ü ji bo şer dişinin Süriyeye ü Efrine le Meclisa Rühani ya Ezdiyan li diji ve derdikeve ü dibeje ku ev rewşa tu care naye qebülkirin.
Sileman nave rexistine neda ü got, "Bi deste komen çekdar qiz ü xorten Ezdi dişinin Efrine, em ve şermezar dikin. Tu aliyeke ve tune ku were qebülkirin."
Sileman xwest ku bira PKK, Heşdi Şebi ü komen dereqanüni yen li Şengale bi lez ji hereme werin derxistin, ji bo ve bi taybeti ji Reveberiya Herema Kurdistana Iraqe ü civaka navneteweyi alikariye dixwazin.
Sileman got dibe di dewsa van komen çekdar da heza ku ji arteşa Iraqe ü Peşmergeyan pek te ya hevpar li Şengale were bicikirin.
Sileman destnişan kir ku Ezdiyen ku koçi heremen cuda kirine ji ber PKKye ü komen din nikarin vegerin herema xwe ü wiha axivi: "Ev komen çekdar istiqrara navçeye tehdid dikin. Ezdi ditirsin ku ew e wan çekdar bikin ji ber ve naxwazin vegerin Şengale."
Meclisa Rühani ya Ezdiyan weki nünere qanüni ya Ezdiyen li Iraqe ü heremen din te qebülkirin. Ezdi ve meclise weki merciye dini dibinin ü guh didin biryaren ku ji ve meclise derdikevin.
Mehma Xelile Ezdi ye qaymeqame Şengale ye bere diyar kir ku bi destpekirina Operasyona Çiqle Zeytüne va PKKya rexistina terore dest pe kir ji sinore Iraq-Süriyeye ra militan şandin Efrine.
Xelil got ku belgeyen ve mijare isbat dikin di deste wan da hene ü wiha pe da çü: "Hetani nika gelek militanen PKKye ji Şengale ra derbasi Efrine bün.
Xelil destnişan kir ku bi salan e PKK hewl dide qiz ü xorten Ezdi texe militan, süc avet ser hikümeta navendi ya Iraqe ku li ber ve bedeng dimine. Xelil got ji bo bidawikirina çalakiyen PKKye ü komen çekdar en din bangi Neteweyen Yekbüyi ü hikümeta navendi ya Iraqe dikin lebele tu bersiveke ji wan nastinin. -
|