Wezareta Darayiye ya Reveberiya Herema Kurdistana Iraqe (HKI) daxuyand ku wan petrola ku bi tankeran ixraci İrane dikir sekinandiye.
Der bare mijare da ji wezarete biryarek hat weşandin ü biryar şandin 3 deriyen sinor yen gumruke.
Li gor biryare wesayiten şirketen ku xaza siruşti ü petrola xam ixrac dikirin edi nikarin ji sinor derbas bibin ü izna wan ya bona ixrace hatiye betalkirin.
Di daxuyaniye da hat gotin ku biryara nü ji 15ye sibate vir va ketiye rewace ü li Heci Omeran, Perwezxan ü Başmaka deriyen sinor di rewace de ye.
Wezareta Darayiye ji bo wexte biryare tu agahi neda.
Mueyideyen Amerikaye yen diji İrane
Seroke Amerikaye Donald Trump paketa mueyideyen diji İrane ya dümahiye 5e sermaweza di sala 2018an de xistibü rewace.
Trump di ve çarçoveye de 3 rebendane civineke çapemeniye li dar xistibü ü herema Kurdistana Iraqe ji bo ku petrole nefiroşe İrane hişyari dabü ü wiha gotibü: (Kurd) me ji wan re got bila petrole nefiroşine İrane."
Rezerwa petrole ya li HKIye
Li gor daneyen Welaten Petrole İxrac Dikin, Iraq bi 4 milyon ü 712 hezar warel petrol va li dinyaye di ixrace da pişti Erebistan Siüdi di reza 2an da ci digre.
Wezire Petrole Samir Xadban gotibü Herema Kurdistane di roje da 420 hezar warel petrole derdixe. -
|