Wezire Karen Derva Mevlut Çavuşoglu der bare Herekata Kaniya Aştiye ya ku Tirkiyeye ji bo berterefkirina hedefen terore yen li Süriyeye da destpekirin da got ku ew li gor hiqüqa navneteweyi heqe Tirkiyeye ye.
Wezir Çavuşogluye ku ji bo ziyareta fermi li Cezayire bü beri ji wir veqete mijara Herekata Kaniya Aştiye nirxand.
Wezir Çavuşoglu destnişan kir ku li hemberi sinore Tirkiyeye rexistineke terore ya xurt dibe heye ü wiha pe da çü: "Heta iro mutefiqe me Amerika digel hemü hişyariyen me tekiliyen xwe yen bi ve rexistina terore ra nebiri. Li ser peşniyaza Amerikaye ji bo terorist ji ve hereme ben derxistin ü herema ewle be avakirin me hewl da ü hewleke ji dil ü can da le mixabin digel hemü hewlen me tu encamek derneket."
Çavuşoglu ragihand ku Amerikaye ji aliyeki va Tirkiyeye egle dike ü ji aliye din va ji piştevaniye dide rexistina terore ü Tirkiye ji li ser ve bi tena sere xwe dest bi Herekata Kaniya Aştiye kir.
"Herekat li gor heqen me yen hiqüqa navneteweyi ye"
Wezire Karen Derva Çavuşoglu destnişan kir ku agahiyen hewce dikin dan Sekretere Gişti ye NYye ü Serkonsolosxaneya Stenbole ya rejima Süriyeye der heq Herekata Kaniya Aştiye da ji bi notaye agahdar kirin. -
|