Prof. Dr. Levent Şaylane Endame Hindekariye ye Zaningeha Teknike ya Stenbole (İTU) diyar kir ku her sal 75 milyar ton axa bi xer ü bereket ji ber xerabüna eraziyan ji dest diçe ü wiha dewam kir, "Bi heman awayi her sal ji ber çolbün ü hişkahiye 12 milyon hektar erazi ji dest diçe."
Ji ber pirsgireken tehdida çolbüne ü seba tekoşina ve yeke bi biryara Neteweyen Yekbüyi (NY) ji 1994an vir va her sal 17e Hezirane weki Roja Çolbüna Dinyaye ü Tekoşina Hişkahiye te pirozkirin.
Di çarçoveya Roja Çolbüna Dinyaye ü Tekoşina Hişkahiye da Şaylan daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku hişkahi li gor barina baran ü berfe, pediviya ave ya nebatan, guherina sewiyeya ava bine erde ü ser erde diyar dibe.
Şaylan daxuyand, bandora civaki ü abori ya hişkahiye heye, le çolbün bi taybeti ji ber fealiyeten merivan ü guherina iqlime çedibe ü erazi xerab dibe ü wiha dewam kir:
"Her ku çolbün ü hişkahi zede dibe, tesira we ya xerabker li ser meriv, heywan, hilberina çandiniye ü hawirdore çedibe. Her sal 75 milyar ton axa bi xer ü bereket ji ber xerabüna eraziyan ji dest diçe. Bi heman awayi her sal ji ber çolbün ü hişkahiye 12 milyon hektar erazi ji dest diçe. Ev te we meneye ku her sal qadeke ku meriv dikare 20 milyon ton dexl ü den je hilde, ji dest diçe." -
|