Wezire Karen Derva ye İrane Mihemed Cewad Zerif diyar kir, heqe Wezire Karen Derva ye Amerikaye Mike Pompeo tuneye ku midaxaleyi tekiliyen İran ü Iraqe bike.
Zerif di roja dawin a ziyareta xwe ya Iraqe da li Necefe daxuyani da rojnamegeran ü gotinen ku Pompeo li ser tekiliyen Iraq ü İrane gotine rexne kir.
Wezire İrani destnişan kir ku di navbera herdu welatan da tekiliyen diroki ü xurt hene ü wiha dewam kir, "Tekiliyen Iraq ü İrane beriya ku Amerika were avakirin hebün ü we di paşeroje da ji dewam bikin. Heqe Pompeo tuneye ku midaxaleyi tekiliyan bike."
Zerif daxuyand ku her tişte ku ji Iraqiyan ra lazim dibe li İrane heye ü wiha dewam kir, "Kapasiteya me ya ku em piştgiriye bidin piyaseye ü aboriye xurt bikin, heye."
Zerif bi bir xist ku her sal seba turizma baweriye nezi 6 milyon İrani Iraqe ziyaret dikin ü di rojeve da ye ku herdu ali vizeye rakin.
Wezire Karen Derva ye Amerikaye Pompeo hefteya bori di ziyareta xwe ya Iraqe da gotibü ku seba aştiya hereme talükeya esil İran e ü dive revebiriya Bexdaye seba vejene bi vi welati ra neye giredan. -
|