Hat ragihandin Serokomare İrane Hesen Ruhani ü heyeta bi wi ra heke di nav çend seaten da ji Amerikaye vizeye hilnedin ewe nikaribin beşdari hevditinen Lijneya Gişti ya Neteweyen Yekbüyi (NY) yen li New Yorke bibin.
Ajansa nüçeyan a fermi ya İrane IRNAye daxuyand Serokomare İrane Hesen Ruhani, Wezire Karen Derva ye İrane Cewad Zerif ü heyeta bi wi ra ji bo ku beşdari hevditinen Lijneya Gişti ya Neteweyen Yekbüyi yen duh dest pe kirin ü di 30ye İlone da dawi bibin seri vizeya Amerikaye dan, le Amerikaye he vize nedaye wan.
Hat gotin Zerif roja ine, Ruhani ji roja duşeme dibe ku herin New Yorke, le heke di mijara vizeye da gaveke ereni çenebe ewe beşdari hevditinen Lijneya Gişti ya NYye nebin.
Wezareta Xezineye ya Amerikaye di meha tebaxe da nave Wezire Karen Derva ye İrane Cewad Zerif ji ber ku ew li ser nave Seroke İrane Ayetullah Eli Xamaney dixebite hildabü listeya mueyideye.
Li gor mueyideyan ew nikare be Amerikaye, welatiyen Amerikaye nikarin bi wi ra bazirganiye bikin.
Ji hela din Amerika mecbure vizeye bide diplomaten ku we beşdari civinen NYye bibin. -
|