Hat ragihandin ku Rüsyaye di çarçoveya kontrolen hezen eskeri yen Rüsyaye da 15 keştiyen şer şandin Behra Reş.
Li gor daxuyaniya serwesa çapemeniye ya Herema Eskeri ya Başür a Rüsyaye 15 keştiyen şer en filoya li Behra Hazare şandin Behra Reş.
Hat gotin ku ev yek di çarçoveya kontrolen hezen eskeri yen Rüsyaye da hat kirin.
Sererkane Rüsyaye Sergey Şoygu di 6e nisane da ragihandibü ku hezen eskeri yen Rüsyaye der bare rewşa amadehiya şer da dest bi kontrolan kir ü li heremen cuda yen welet de li poligonan tetbiqaten taktiki ben kirin.
Hatibü diyarkirin ku di çarçoveya plana perwerdeye ya navbori da de di nisane da 4 hezar ü 48 tetbiqaten eskeri ben kirin.
Rageşiya di navbera Ukrayna-Rüsyaye da
Sererkane Ukraynaye Ruslan Homçak di 30e adare da di axaftina xwe ya li parlementoye da eşkere kiribü ku Arteşa Rüsyaye bi hinceta tetbiqata eskeri nezi sinoren Ukraynaye sewqiyata yekineyan dike.
Berdevke Kremline Dmitriy Peskov ji gotibü ku Rüsya di nav axa xwe da hezen xwe yen çekdar li gor teqdira xwe dide hereketkirin ü ev yek ji bo tu kesi tehdid nine.
Li herema Donbase ya li rojhilate Ukraynaye di navbera cudaxwazen aligiren Rüsyaye ü birevebiriya Kieve da ji sala 2014an vir va pevçün dewam dikin. -
|