Li gor daneyen meteorolojik di 23ye rebendana 2021e da li gunde Bizirxaneye ye Çalderana navçeya Wane hewa di bine sifire da 39,2 pile hat pivan. Gundi li vi gunde ku bi qasi cemseran sar e, dijin ü li ber xwe didin.
Gunde Bizirxaneye 12 kilometre düri navçeye ye ü 2 hezar ü 55 metre ji sewiyeya behre bilindtir e. Sir ü seqema vi gundi jiyana gundiyan dixe tengasiye.
Li gunde ku ji 30 malan pek te, kani diqerimin, ser daran qiravi kem nabe, bi baniyen avahiyan va şembeliken çendin metre çedibin. Ji bo ku heywan di tewle ü goman da necemidin, gundi li ber heywanan sobeye vedixin.
Wesayit bi brande ü betaniyan hatine peçan ü li gund wesayit ji diqerimin. Welatiyan paceyen malen xwe naylon kirine ku germ bibin.
Gundi wexta ku ji male derten biri, bijan ü riye wan cemed digre, heta ku mecbür neminin ji dernakevin derva ü ji dora sobeye ranabin.
Li male 24 saetan sobe dişixule
Mixtar Mehmet Şefik Çakan ji nüçegihane AAye ra got ku ew ji sermana dernakevin derva, timi di male da sobe dişixule.
Çakan daxuyand ku li gund çend metre berf ketiye ü sale 6 mehan berf ü serma heye ü wiha dewa kir:
"Li welate me zivistane jiyan pir dijwar e. Me di bine sifire da 41 pile dit. Jiyan pir zehmet e. Em di male da 24 saetan sobeye vedixin. Heke em venexin em e biqerisin. Em nikarin heywanen xwe derxin derva. Mihen me nü zane. Berxen wan ji sermana hişk dibin. Her der cemed digire. Li gelek malan av qerimine, kani nakişe. Tengasiya me ya heri mezin serma ye. Zaroken me ji wexta diçin dibistane tengasiye dikişinin. -
|