Wezire Karen Derva Mevlut Çavuşoglu bü mevane Maseya Editoran ya Ajansa Anadoluye (AA) ü der bare rojeve da axivi.
Çavuşoglu der heqe idiayen talane yen li Efrine da wiha got: "Hezen me yen ewlehiye yan ji Arteşa Azad ya Süriyeye tu kes weki PKKye nine ü tu kes destüre nade rewşeke wiha."
Wezire Karen Derva Çavuşoglu diyar kir pişti ku YPG ji Minbice derket we revebiri ü ewlehi demografiya Minbice eşkere bike.
Çavuşoglu der bare mijara Minbice da got ku heger plan bi ci neye ya hewce dike jiholerakirina teroristan e.
Wezire Karen Derva Çavuşoglu destnişan kir Trump dixwaze tekiliyan normalize bike ü wiha peyivi: "Em dizanin ku Trump dixwaze tekiliyan normalize bike, le dive li ser pergale gotina wi derbas bibe."
Çavuşoglu destnişan kir Serokomar Erdogan ü Trumpe Seroke Amerikaye we iro bi telefone biaxivin.
Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku gotina 'Em e şeveke ji nişkeva werin' ji bo her dere derbas dibe ü wiha axivi: "Gotina serokomare me ya 'Em e şeveke ji nişkeva werin' ji bona Sincar ü Qendile ü her ciye ku YPG/PKK le heye derbas dibe."
Çavuşoglu di xeberdana xwe da destnişan kir ku di civina YE-Tirkiyeye ya li Varnaye da we mijara serbestiyeta vizeye ji were rojeve. -
|