Li Geçitboyuya gunde Şirnexe edeta qurbane ya 300 sali he ji didome.
Gundiyen li Geçitboyuye her sal di roja duyemin ya Eyda Qurbane da goşten qurbane li cem hev kom dikin ü li her kesi mina hev dabeş dikin.
Bi saya ve edete li gund tu mal be goşt namine.
Şemsettin Zeyreke mixtare gund diyar kir ji bona eyda qurbane 12 dewar ü 13 pez serje kirine ü wiha got: "Gundi qurbanen xwe li ve meydane serje dikin. Peyra goşt li her kesi te belavkirin. Li gund 205 mal hene ü sere male 5 kilo goşt dikeve. Kesen qurban dane ü nedane ji heman pare hildide. Ev edet ji bav ü kalen me maye. Em ji dixwazin derbasi neviyen me bibe."
Ji gundiyan Haci Çakir destnişan kir ji bona di serjekirina qurbanan da bibin alikar, hatine meydane ü got ku para dewlemend ü xizanan ji eyni ye.
Guhdar Zeyreke meleye gund diyar kir ev edet dibe minak ü got ku ev ji aqübeta me zede dike.
Abdulkerim Çoban ji destnişan kir hatiye alikariya mezinen gund bike ü got ku ewe edete bere bidominin. -
|