Di Lütkeya Medyaye ya Tirkiye-Afrikaye de reveberen medyaye yen bi navbang en ku ji Tirkiye ü Afrikaye hatin, dijwariyen pişti pandemiye yen di rojnamevaniye de nirxandin. Di lütkeya rojane ya 2yemin de ku li Stenbole hat lidarxistin, naven naskiri yen ji TRT, Ajansa Anadolu, Daily Sabahi GNEC Medya, MSG Medya ü Standard Groupe gotar peşkeş kirin. Endame Lijneya Reveberiye ye TRTe Doç Dr. Oguz Goksu destnişan kir ku ji bo idraka tekoşina diji pirsgireken li hember medya ü rojnamevaniye yen serdema pandemiye ü pişti we, pewist e guncawi li gori bikaraninana teknolojiya nifşa nü be. Gerinendeye Weşana Gişti ya Rojnameya Daily Sabahe İbrahim Atalay ani ziman ku karinen mirovan zindwereki sinordar e, ji ber we pewisti bi nüçeyan heye ü jiyana mirovan li gori nüçeyan şekil distine. Armanca me deşifrekirina nüçeyen derew e Gerinendeye Weşane ye Zimanen Cihane Erman Yuksel got, "Filtrekirina bi asani ya elimiyen xweneran ü entegrasyona digel kitleya peşber, bi agahi ü maliyeta kem, gihiştina hürgiliyan bi aeayeki xurt ü asan tişteki xweş e." Yuksel destnişan kir ku hinek komlikasyon hene ku dijitalizebün wan bi xwe re tine, bi pandemiye re ji ev kürtir büne, komplikasyona yekemin ji nüçeyen derew in." Yuksel bal kişand ser we yeke ku bi dijitalizebüne re nüçeyen derew zütir belav dibin ü got, "Mijar ew e ku nüçeyen derew xurt belav dibin. Asta perwerdeya we her çiqas be, ew agahiyen ku ten ber desten we, heke ideolojiya we li gori ideolojiya we be hün distinin ü qebül dikin beyi jepirsin. Problemeke wisa heye." Yuksel tekezi li we yeke kir ku ji bo nüçeyen derew ü mijara deznformasyone bar li ser mile rojnamevanan e ü got, "Ez dixwazim li vedere bi kurtasi behsa fealiyeten Ajansa Anadoluye bikim. Revebere me ye gişti ji li her devere bi israr behsa giringiya we dike. Ajansa Anadoluye xeteke teyide pek tine, platformeke nü çe dike. Di vi wari de armanca me eşkerekirina nüçeyen derew ü deşifrekirina wan e. Herwiha faşkirina pevajoya avakirina nüçeyen derew e." Yuksel bal kişand ser we yeke ku Ajansa Anadoluye di lokasyoneke bi avantaj de ye ü çavkaniyeke sereke ye ji bo nüçeyan ü wiha pe de çü: "Ajansa Anadolu nüçeyan ji nüçegihanen li Tirkiyeye ü li cihane distine, ji cihe büyere ü şahidan wate ji unsur ü aktoren distine ü li dinyaye belav dike. Ajans ji Afrikaye ji datayan vediguheze, li yekeya analize ji ve hefteye pe ve di ware tekiliyen Tirkiye-Afrikaye de, edi de 8 naveroken cihe ben weşandin." -
|