Civina Seali ya Tirkiye-Federasyona Rüsyaye-İrane bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan ü bi beşdariya Serokomare İrane Hesen Ruhani ü Seroke Dewleta Federasyona Rüsyaye Vladimir Putin va li Koşka Çankayaye ya Enqereye te kirin.
Di civina iro da seroken dewletan cara pencemin ten bal hevdu, ewe li ser geşedanen li İdlibe, dawikirina pevçünan, şerten ji bo vegera penaberan hewce dikin biaxivin.
Xala sereke ya civina iro gaven hevpar en ji bo çareserkirina siyasi ya li Süriyeye hewce dikin e.
Ev civina seali du caran li Soçiye, careke ji li Tehran ü Enqereye çebü.
Civina Seali ya ewil di 2017an da li Soçiye çebü
Serok cara ewil di 22ye Mijdara 2017an da ji ber ku qeyrana li Süriyeye zede bü li Soçiye hatin bal hevdu.
Bi serkeşiya Tirkiye ü Rüsyaye di Çileya Peşin a 2016an da peyman kete rewace, le rejima Esed erişen xwe domandin.
Li ser ve li Cenevreya Swisreye hevditin hatin kirin, le tu encam nehat bidestxistin ü pevajoya Astanaye dest pe kir.
Civina seali cara ewil li Soçiya Rüsyaye çebü ü daxuyaniyeke hevpar hat dayin.
Di daxuyaniye da hat gotin dive çareseriyeke siyasi li Süriyeye çebibe, ji bo ve hevkariya İran, Tirkiye ü Rüsyaye we dewam bike ü civaka navneteweyi ji alikariya mirovi bişine Süriyeye, piştgiriye bide ve pevajoye.
Civina Seali ya duyemin di 4e Nisana 2018an da li Enqereye çebü
Civina Seali ya duyemin di 4e Nisana 2018an da li Kuliyeya Serokomariye ya li Enqereye çebü ü mijara hevpar "yekitiya axa Süriyeye" bü.
Ji bili ve di civine da hat gotin dive agirbesta li Süriyeye dewam bike, yekitiya axe be parastin, binpekirina mafan be rawestandin, bi hinceta tekoşina diji terore gaven nü yen cudakariye neyen avetin.
Civina seyemin li Tehrane çebü
Civina Seali ya seyemin bi serokatiya İrane di 7e İlona 2018an da li Tehrane çebü, qisma muzakereyan ji çapemeniye ra vekiri çebü.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan xwest di danezana civine da ilankirina agirbesta li İdlibe be zedekirin, Pütin ü Rühani gotin Erdogan mafdar e, le ji bo li ser zedekirine mutabaqat çenebü.
Se garantoran di mijaren rewşa li İdlibe, yekitiya axa Süriyeye, rebazen tekoşina diji terore, rageşiya kemkirina li İdlibe da li hev kirin.
Civina çaremin li Soçiye çebü
Seroken Tirkiye, İran ü Rüsyaye di 14e Sibate da li Soçiye civiyan.
Di ve civine da ji disa behsa yekitiya axa Süriyeye hat kirin, hat gotin ji bo avakirina heremen din en li welet naye qebülkirin ü li hemberi ve cudakariye ya ku ewlehiya neteweyi ya welatan tehdid dike tekoşin we dewam bike.
Mijaren vekikşina Amerikaye ya ji Süriyeye, rewşa li İdlibe, çarseriya siyasi ya li Süriyeye ji hat axaftin. -
|