Li Xamura navçeya Agiriye 2 hevalen gavantiye dikin hilpaski zinaran bün ü 2 cüciken qertelan en ji keviran ketibün xware disa danin helina wan.
Kerem Yagiz ü hevale wi li Uxurtaşa gunde 17 kilometre li düri navçeye dewar diçerandin denge cücikan bihistin ü dema li hereme geriyan ji di nav kevir ü zinaran da 2 cüciken qertelan ditin.
Cüciken maka wan li çil ü çiyan li xwarine digeriya ji helina xwe derketibün ü ji zinar ketibün. Gavanan qasi demeke cücik hez kirin ü paşe hilpaski zinaran bün ü cücik xistin helina wan.
Kerem Yagiz daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku dema cücik ditin peşiye meze kirin ku gelo birindar büne an na yan ji gelo dikarin bifirin.
Yagiz got ji ber ku ji qertelan ditirse peşiye nezi wan nebü ü wiha pe da çü:
"Dema min qertel ditin ez tirsiyam, min got dibe ku zirare bidin min. Paşe nezi wan büm ü meze kir ku ka gelo birindar in yan na. Birina wan tunebü. Min dema ew ditin ez şaş ü metel mam. Ez 27 sali me ü min cara ewil qertel ditin. Hetani iro li aliye me kesi qertel neditiye. Ev heremeke zehf bilind e."
Li qade xenci helina qertelan helinin kewan ji hebün. -
|