Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 10:50 
News  > 

Gamzenura ji Hekariyê di dikana lê xebitî da dersên xwe paşguh nekirin û fakulteya tibê qezenc kir

16.08.2022 13:26

Li Yuksekovaya navçeya Hekariye Gamzenur Oktoya 20 sali ya ji bo piştgiriye bide malbate di dikane da xebiti, di ezmüna zaningehe da bi ser ket ü Fakulteya Tibe ya Zaningeha Çukurovaye qezenc kir.

Gamzenur nüxuriye malbata Oktoye ye ku malbat li Taxa Esenyurte diji 4 zaroken wan hene. Gamzenure ji bo ku piştgiriye bide debara malbate, di dikana eqreyan da dest bi xebate kir.

Gamzenura ku par ji liseye mezün bü, ji ber ku puane we ne bi dile we bü tercihen zaningehe nekirin, di dikane da dest bi xebate kir ü di ber da ji xwe ji bo ezmüna zaningehe amade kir.

Oktoye di ezmüna Saziyen Hindekariya Bilind da 516 puan wergirt, bü duyemina parezgehe ü li gori encamen ku duh ji hela OSYMye hatin eşkerekirin ji Fakulteya Tibe ya Zaningeha Çukurovaye qezenc kir.

Oktoya ku digel zehmetiyan, xwe neda ali, dersen xwe xebiti ü bi ser ket, bü rümeta malbate.

Oktoye ji peyamnere AAye ra diyar kir, we di ezmüna liseye da ji puaneki baş wergirtibü ü Liseya Fene ya Tuşbaya Wane qezenc kiribü ü ji liseye par mezün bü.

Oktoye bal kişand ku bave we di inşeatan da dixebite, ji bo je ra nebe bar ew neçü dersxaneye ü wiha dewam kir:

"Ji bo ku piştgiriye bidim malbate min li dikana eqrebayen me dineri. Gava mişteri dihatin ez bi wan ra eleqedar dibüm, gava diçün ji ez ders dixebitim. Meha berfanbare min dest bi dersxaneye kir. Mamosteyen min pir alikariya min kirin. Ez dema zarok büm min dixwest bibim doktor. Bave min ji zehf dixwest. Ji bo ve ji ez pir xebitim ü ez bi ser ketim. Di malbata me da ya ku ewil ket fakulteya tibe ez im. Lewma ji ez pir kefxweş im."

Huseyin Oktoye bav ji diyar kir ku ew bi serkeftina keça xwe va serbilind e ü ew timi piştevane we ye ü wiha dewam kir:

"Gamzenur di şerten dijwar da hat vir. Pir bi hewl ü xiret bü. Hem li markete niheri ü hem ji dersen xwe domandin. Em pir kefxweş kirin. İnşelah de ji bo malbata me ü milete me bibe doktoreke bixer ü xizmeteke baş bike. Em pir kefxweş in."

​​​​​​​ -



 
Latest News





 
 
Top News