Firînên di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê da wê dest pê bikin

19.01.2022 11:11

Wezareta Gihandin ü Binesaziye diyar kir ku firinen di navbera Hewlere ü Tirkiyeye da di 24e rebendane da, firinen di navbera Ermenistan ü Tirkiyeye da ji di 2ye sibate ew e dest pe bikin.

Di daxuyaniya wezarete da hat destnişankirin ku heri zede hewadari di tesira nexweşiye da ma lebele bi tevdiran tesir hat kemkirin.

Di daxuyaniye da hat gotin ku pişti serkeftina tevdiran ü tekoşina diji nexweşiye sektora hewadariye disa rabü ser piyen xwe ü tora firine disa berfireh bü.

Disa di daxuyaniye da hat diyarkirin ku di navbera Tirkiye ü Ermenistane da hevditin hatin kirin ü di hevditine da biryar hat dayin ku firinan disa bidin destpekirin.

Di daxuyaniye da wiha hat gotin:

"Firinen Anadolujete yen Gazientab ü Hewlere ew e di 24e rebendane da dest pe bikin. Di hefteye da du rojan, rojen duşem ü pencşeme ji herdu aliyan firinen werin kirin. Midüriyeta Gişti ya Hewadariya Sivil destür nada Rehewaya Pegasuse ku di hefteye da 3 caran ji Balafirgeha Sabiha Gokçene bifire Yerewane. Li aliye din ji destür hat dayin ku Rehewaya Fly One Armeniaye di hefteye da 3 caran ji Yerewavne bifire Stenbole. Ji herdu aliyan firinen balafiran ew e di 2ye sibate da dest pe bike. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '