Hat ragihandin ku Serokwezire Iraqe Mistefa el-Kazimi li paytext Bexdaye Fermandare Heza Qudse ya Arteşa Parezeren Şoreşe İsmail Qaani qebül kir.
Çavkaniyeke nezi hikümeta Iraqe ku nexwest nave wi eşkere bibe daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku Qaaniye generale İrani sere sibeha çarşema bori li ser vexwendiya fermi ya Kazimi hat Bexdaye ü ew ü Serokwezire Iraqe di taşte da hatin bal hev.
Di hevditina li qesra hikümete ya nav Qada Kesk hat kirin da mijaren li sere gotübej hatin kirin çi ne nayen zanin.
Meqamen İrane ü Iraqe der bare hevditin ü naveroka we da tu daxuyani nedan.
Beri Qaani Qasim Silemani Fermandare Heza Qudse bü ü ew di 3e Adare da li nezi Balafirgeha Bexdaye ya Navneteweyi di erişa Amerikaye da hatibü kuştin. -
|