Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 28/03/2024 13:06 
News  > 

Ewil derman dike û piştra pirtûkan bi diyarî dide

18.07.2019 16:20

Dr. Mihemed Şeyhanli: "Bi saya vê projeyê zarok êdî bêtirs tên nexweşxaneyê. Ez balon, kek û çiqoletayan didim wan zarokên ji 6 salî biçûktir. Zarok hem miayene dibin û hem jî bi van diyariyan kêfxweş dibin"

Li Dargeçita navçeya Merdine Pispore Nexweşiyen Zarokan Dr. Muhamed Şeyhanli ewil zarokan muayene dike ü piştra pirtükan dide wan.

Dr. Şeyhanli 4 meh beriya ve li Nexweşxaneya Dewlete ya Dargeçite dest bi kar kir.

Dr. Şeyahanli ji bo ku zarok netirsin ü bixwinin bi nave "Em e hem şifaye belav bikin ü hem ji pirtüka bidin" projeyek da destpekirin. Dr. Şeyhanli di çarçoveya projeye da pişti muayeneye pirtükan dide zaroken ku emre wan di navbera 7 ü 15 sali da ne.

Dr. Mihemed Şeyhanli daxuyani da ü got ku wi xwest ku li navçeye hin projeyen civaki ji çebike ü wiha axivi:

"Bi saya ve projeye zarok edi betirs ten nexweşxaneye. Ez balon, kek ü çiqoletayan didim wan zaroken ji 6 sali biçüktir. Zarok hem miayene dibin ü hem ji bi van diyariyan kefxweş dibin. Xwendina pirtükan ji bo serketin ü peşeroja me geleki giring e. Me xwest bi projeyeke alikariye bidin ve yeke. Dive bav ü dayik ji bo xwendina pirtükan bi zaroken xwe ra eleqedar bibin."

Ji welatiyan Numan Aslan ji ber projeye spasiya bijişk Seyhanli kir ü wiha axivi:

"Bere zaroken me ditirsiyan, nedixwestin biçin nexweşxaneye. Niha bikef ü eşq diçin. Bijişk hem pirtükan dide wan ü hem ji wan miayene dike. Xwede ji wi razi be." -



 
Latest News





 
 
Top News