İSTANBUL (AA) Serokwezir Binali Yildirim: "Bi fethkirina Stenbole re ew toximen rez ü muhabete yen avetibün dilen mirovan ji nü ve şin bün. Heya dinya hebe, heya ro hilde we ev birati ji hebe."
Serokwezir Yildirim beşdari "Pirozbahiyen 564emin Salvegera Fethkirina Stenbole ü Fitara Protokola Stenbole" bü.
-Tirkiye, coxrafyaya aramiye ye
Yildirim di çarçoveya bernameye de axivi got: "Bi fethkirina Stenbole re ew toximen rez ü muhabete yen avetibün dilen mirovan ji nü ve şin bün. Heya dinya hebe, heya ro hilde we ev birati ji hebe."
Serokwezir Yildirim wiha dewam kir:
"Tirkiye, ew coxrafyaya ku bi dehan çanden cuda, baweriyen cuda, fikr ü ramanen cuda bi arami li ser dijin e. Dia ü daxwaza me ya mezintirin ew e ku ev rezgirtin ü xweşbiniya li welate me roj bi roj geştir bibe ü mayinde be."
Yildirim destnişan kir ku hemü nijaden duh li ser axa Dewleta Osmaniyan weki bira diman iro ji bi arami li Komara Tirkiyeye dijin ü axaftina xwe wiha ajot:
"Ew kesen ku di hedefa wan de xirabkirina ve iqlime heye, wek hemü serdemen diroke de negihen armanca xwe ü disa tek biçin. Em e ve mirata ku me emanet girtiye biparezin, her dem li gor hiqüqa biratiye bijin.
Ecdade me ye mubarek, 6 sed salan dinya bi edalet, arami ü aştiye bireve biriye. İro zedetire duh pediviya dinya, welet ü herema me bi ve hevkari, lihevkirin ü bihevrebüne heye. Ji ber ve yeke bo xatire van rojen bimbarek ji Rebbe Aleme daxwaza min ew e ku hevkariya civaki xurttir bibe." -
|