Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 09:58 
News  > 

Evîna keçên ji Diyarbekirê ya ji bo fitbolê

18.11.2019 14:26

Li navçeya Erxeniyê 40 keçên bilîsans ku li dibistanên dixwînin di projeya tesbîtkirina şiyanê da ji hêla mamosteyan hatin keşifkirin, di Makam Spor a Lîga 3yemîn a Jinan da dileyîzin Keçên ku hinek jê bi kîlometreyan rê dimeşin û hinek jê jî bavên wan bi motosîkletê wan vediguhezînin,...

Li Erxeniya navçeya Diyarbekire keçen ku li dibistanen dixwinin di kotrola şiyane da ji hela mamosteyen xwe hatin keşifkirin, di Makam Spor a Liga 3yemin a Jinan da dileyizin.

Di çarçoveya Projeya Tesbitkirina Şiyana Werzişi ü Handana Werzişe ya Tirkiyeye ku Wezareta Ciwani ü Werzişe ü Wezareta Perwerdeya Neteweyi bi awayeki hevbeş cibici kirin da bi sedan werzişvanen xwedi şiyan hatin tesbitkirin ku di nava van da keçiken bilisans en ji Erxeniye ji hene ku dildaren fitbole ne.

40 keçen ku temene wan di navbera 12-25 saliye da diguhere ü herwiha hinek je bi kilometreyan re dimeşin ü hinek je ji baven wan bi motosiklete wan vediguhezinin, di bin siwana Makam Spor ku se sal bere hatiye damezirandin da beşdari antrenman ü peşbirkan dibin. Herwiha ev keçen ku büne dildare fitbole, hedefa xwe ji mezin kirine ü dixwazin isal bibin şampiyon ü saleke din hevrazi liga jore bibin.

Keçen ku pişti dibistane, dema xwe li Kompleksa Werzişe ya Erxeniye bi antrenmanan ra derbas dikin, bi xwe bawer in.

Herwiha ev keç geleki dixebitin da ku di liga profesyonel ü tima neteweyi da formaye li xwe bikin ü bi awaye heri baş ü serkefti nünertiya Tirkiyeye bikin.

"Ez carinan 6 kilometre dimeşim"

Ji listikvanan Nurcan Aslanoglu ku xelke gunde Pinarkayaya 6 kilometre düri navçeye ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da diyar kir, ji bo ku antrenmane nemine, ew carinan bi meşe diçe Kompleksa Werzişe ya Erxeniye.

Aslanogluye diyar kir ku di malbata we da herkes ji fitbole hez dike ü lewma ji ji bo ku fitbole bileyize ew hewil dide ku çi tengasi derkeve peşiye, xwe je rizgar bike.

Aslanogluye bal kişand ku ew geleki ji fitbole hez dike ü wiha dewam kir, "Dema ji dibistane dertem, ez teme ve dere. Ez carinan 6 kilometre dimeşim. Ji ber ku ez ji fitbole hez dikim, lewma ez li ber ve zehmete li ber xwe didim. Armanca min ew e ku di Liga 1emin a Jinan da formaya Beşiktaşe li xwe bikim. Ez dixwazim Erxeniye ü welate xwe temsil bikim."

Bi motosiklete keça xwe dibe antrenmane

Irmak Bayhana ku ji sterken time ye, pişti dibistane diçe male ü saeteke dixebite ü sparteken xwe çedike.

Piştevane heri mezin e Bayhane bave we Talip Bayhan e ku ew ji keça xwe bi motosiklete ji bo antrenmane dibe Kompleksa Werzişe ya Erxeniye.

Bayhane diyar kir ku eleqeya we ya fitbole di dibistane da dest pe kir ü herwiha ew geleki ji fitbole hez dike.

"Piştevaniya malbatan me kefxweş dike"

Ji antrenoren Makam Spore Dilan Şahine ji destnişan kir ku fitbolisten wan di şerten dijwar da beşdariya xebatan dikin ü wiha got:

"Nünere Diyarbekire ye Liga 3yemin bi tene em in. Xetere çebü ku kulup were girtin, lebele me destür neda. Me nexwest em keçen xwe tene bihelin. Armanca me ew e ku peşiye em hevrazi Liga 2yemin bibin ü dü ra ji ya 1emin. Herwiha malbaten keçen me piştgiriyeke cidi peşkeş dikin. Hinek je, baven wan, wan tinin antrenmanan. Piştevaniya malbatan me kefxweş dike." -



 
Latest News





 
 
Top News