Li İdliba bakure rojavaye Süriyeye di kampa Atmeye ya sivilen ji cih ü waren xwe büne le disitiren Esyefe 3 sali ye ji Xwede dayine vir va dest ü piyen wi tunene ji tevli malbata xwe dimine. Ew dixwaze nane xwe bi xwe bixwe ü ava xwe bixwe vexwe.
Malbata Abloya ji Hamaye ji erişen rejima Beşşar Esed ü Rüsyaye reviyan ü xwe spartin Kampa Atmeye ü niha ji bo jiyine li ve dere hewl didin.
Mihemed Abloye bave Esyefe se sali ku li kampe dijin got ku daxwaza wi ya heri mezin ewe ku bila kure wi bimeşe ü ew ji ve yeke bi çaven sere xwe bibine.
Esyefe 3 sali ku dema hat dinye dest ü piyen wi tunebün nikare bi zaroken hevalen xwe ra bileyize.
Bave wi Mihemed Ablo daxuyani da nüçegihane AAye ü got: "Dema me dit dest ü piyen wi tune em şaş ü metel man."
Ablo diyar kir ku di dema xanima wi nefsnexweş bü ew li navçeya Xan Şeyxüna ku rasti erişa kimyayi ya rejima Esed hat diman ü dibe ku ji ber we erişe sebiye wi bi vi hawi hatibe dinye.
Ablo destnişan kir ku kure wi li hevalen xwe meze dike xwe bi ali çep ü raste va dibe tine le ji ber ku nikare bimeşe pir xemgin dibe ü wiha domand: "Kure min ji bo nan bixwe ü ave vexwe ji kesi alikariye naxwaze le dema ku nikare ve bike ji hers dibe, xwe li erde dixe. Ji bo aşkirina wi em pir hewl didin."
Bave reben e heri çav bi sebiye xwe dikeve ü li ber xwe dikeve got: "Ez dixwazim bila protez ji bo wi çekin. Ji deste min tiştek naye. Bila destüre bidin ew derbasi ali Tirkiyeye bibe." -
|